Beşa Ekolojiyê zêdetirî 110 dar li Tebqayê çandin

Beşa Ekolojiyê ya girêdayî Şaredariya Gel a Tebqayê îro li du deverên bajarê Tebqayê dar çandin.

Beşa Ekolojiyê zêdetirî 110 dar li Tebqayê çandin
Beşa Ekolojiyê zêdetirî 110 dar li Tebqayê çandin
Beşa Ekolojiyê zêdetirî 110 dar li Tebqayê çandin
Beşa Ekolojiyê zêdetirî 110 dar li Tebqayê çandin
5 adar, 2019   11:46

TEBQA

Beşa Ekolojiyê bi armanca geşkirina şînkahiya bajêr û bi taybet a parkên raserî golê, daran diçîne. 

Endamên Komîteya Şaredariyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, endamên Şaredariya Gel û endamên Rêveberiya Jinan a Tebqayê beşdarî xebatên çandina 110 daran bûn.

Hevserokê Beşa Ekolojiyê ya girêdayî Şaredariya Gel a Tebqayê Cemal Ebdulletîf, diyar ku Beşa Ekolojiyê bi hemû hêza xwe hewl dide ji nû ve darên ku di salên dawîn de hatine wêrankirin zindî bike.

Hêjayî gotinê ye ku Beşa Ekolojiyê yê girêdayî Şaredariya Gel a li Tebqayê li gelek parkên bajêr û deriyên têketina bajêr ên bakur û başûr dar çandine.

ANHA