Şêniyên Efrînê: Em nawestin û ranawestin

Şêniyên Efrînê ji bo vegera Efrînê vîneke xurt û israrek ku mînaka wê tune ye, di nav malên wêrankirî de nîşan didin. Şênî dibêjin heta dawiyê ji bo vegera Efrînê ew ê li ber xwe bidin.

Şêniyên Efrînê: Em nawestin û ranawestin
Şêniyên Efrînê: Em nawestin û ranawestin
Şêniyên Efrînê: Em nawestin û ranawestin
Şêniyên Efrînê: Em nawestin û ranawestin
Şêniyên Efrînê: Em nawestin û ranawestin
Şêniyên Efrînê: Em nawestin û ranawestin
Şêniyên Efrînê: Em nawestin û ranawestin
5 adar, 2019   07:11

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de piştî dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, neçar man ji warên xwe ber bi kantona Şehbayê ve derkevin. Şênî di nav malên wêrankirî de li ber xwe didin.

Hindek ji wan bi derfetên xwe yên xweser beşek ji malan sererast kir, lê hinek malbatan nekarî wisa bikin.

Gundê Til Şiîr ji gundên kantona Şehbayê ye ku herî zêde para xwe ji wêranbûne girtiyê, di encama şerên ku li herêmê rû dane de. Piraniya malan hema bêje wêran bûne. Bi hezaran şêniyên Efrînê niha li gund bi cih bûne.

Dema mirov çavên xwe li malên wêrankirî bigerîne, vîna xurt a şêniyên Efrînê û israra mezin a vegera Efrînê xuya dibe.

‘Tenê ji bo vegera Efrînê em ê di nav kavilan de bimînin’

Faêq Hesen ji şêniyên taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê ye. Niha di maleke hema bêje wêrankirî de li gundê Til Şiîr tevî 7 endamên malbata xwe yên din, dimîne. Mal ji du odeyan pêk tê. Dîwarê odeyekê di encama şerên ku li herêmê rû dane de qelişiye û ya din jî nayê bikaranîn.

Faêq Hesen wiha got: "Tenê ji bo vegera Efrînê em ê di nav malên wêrankirî de bimînin. Heya 2 mehan me li hember hovanetirîn êrîşan li ber xwe da. Erê rast e, em ji Efrînê derketin, lê wan nikarî vîna me bi êrîş û siyasetên xwe yên genî bişikînin."

Hesen diyar kir ku wan bêyî ku tiştekî bi xwe re bînin, ji Efrînê derketine û wiha pê de çû: "Dema em ji Efrînê derketin, em pêxwas bûn. Heya 9 saetan di bin baranê de em meşiyan. Dengên topan Efrîn dihejand."

Di dawiyê de Faêq Hesen bi baweriyeke mezin wiha got: "Ji derdora salekê em ji Efrînê derketine, lê heya vegera Efrînê û derxistina dagirkeriyê em nawestin û ranawestin."

(şx)

ANHA