ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.03.2019
5 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Qamişlo bang li aliyên têkildar kirin ku erka xwe ya li hemberî welatiyên xwe yên ku tevlî DAIŞ'ê bûne û niha li gel QSD'ê de pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di Berxwedana Serdemê de şêniyên Efrînê bi rêbazên cûda berxwedanî dane meşandin. Hindek çek rakirin, hindek birîndar derman kirin û hindek din jî bi dengê xwe Berxwedana Serdemê hejand. Apê Cuma Dawûd Xelîl 45 rojan li rex şervanan li gundê xwe li ber xwe da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê ku di malên kavilkirî de dimînin, di vegera li warê de bi israr in, dibêjin ew ê têkoşîna vegera li Efrînê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di şerên li dijî DAIŞ`ê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ciwanên herêmê destanên efrsanewî ji bo tunekirina çeteyan xêz kirin û canê xwe feda kirin. Malbatên şehîdan bi nêzîkbûna bidawîbûna DAIŞ`ê re dibêjin xewna zarokên wan pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên Ereb ên bajarê Reqayê hedefgirtina rûspiyan wekî kiryareke newêrek, bi armanca derxistina tevliheviyê û têkbirina ewlehiya herêmê bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo 8'Adarê çalakî têne lidarxistin, di vê çarçoveyê de, li bajarê Serêkaniyê semînerek bi tevlêbûna mamosteyan tê dayîn, Kampa Newroz, saziyên leşkerî û mala gaziyan a Kobanê têne ziyaretkirin, li Helebê jî  belgefîlmeke li ser têkoşîna jinên Kurd ji Sakîne Cansîz heta Leyla Guven tê pêşandan.  Her wiha Komîteya Jin a Şaredariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd şitilgeha 8'ê Adarê vedike, ji aliyê Koordînasyona Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî tê dayîn û Yekîtiya Rewşenbîrên Hesekê senevîzyonekê organîze dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkoşîn û dîroka jinan piştî hezar salan bi destê jinan tê nivîsandin û xemilandin. Di 25’ê Mijdara 2018’an de bi rasthatina Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, di rojeke wiha dîrokî de warê jinan hate avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- “Hûn gelekî dereng man…” Ev gotina Meryem El-Ebwe ye ku şervanên QSD`ê piştî ku ew ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, gotibû. Vê gotinê gelekî deng veda. Xwediya vê gotinê niha hewl dide xwe bi pêş bixe û ji bo azadiya jinan dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê 8'ê Adarê di serî de li Leyal Guven, hemû jinên cîhanê pîroz kirin û teqez kirin ku kêfxweşiya wan temam nabe, heta Ocalan azad nebe û Efrîn rizgar nebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Şêniyên Reqa û gundewarên wê di dema serdama tarî ya çeteyan de li herêmê kevneşopiyên xwe parastin, di nave mêvanxaneyên erebî ku yek ji sembolên çanda ereban e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA