Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar

Têkoşîn û dîroka jinan piştî hezar salan bi destê jinan tê nivîsandin û xemilandin. Di 25’ê Mijdara 2018’an de bi rasthatina Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, di rojeke wiha dîrokî de warê jinan hate avakirin.

Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
Jinwar… sembola têkbirina hişmendiya baviksalar
5 adar, 2019   05:20

MÛRADA KENDA – OLVA HEC MENSUR / HESEKÊ

Bi armanca rêveberiya jinan, hevjiyanake azad, aboriyeke ekolojîk, rastkirina zanîna dîrokê, civakeke tendurist, hevaltî û hezkirina jinan, di encama şoreşa jinan de gundê Jinwar ava bû. Gundê Jinwar bi tevahî li ser bingeha çanda civaka dîrokî hate înşakirin. Xebata avakirina Jinwarê di zivistana 2016’an de bi nîqaş, hevdîtînên li gel sazî û dezgehên Bakurê Sûriyê dest pê kir. Di 10`ê Adara 2017’an de kevirê destpêkê yê warê jinan hate danîn û heya 25`ê Mijdara 2018` an gundê jinan Jinwar, ji jiyana civakî re deriyê xwe vekir.

Jinwar li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê li Bakurê Sûriyê ye. Her wiha gund li nêzî girê Gebz ê dîrokî ye û gundên Kerkend, Herba, Etîşan û gundê Qeyrawan li derdorê ne. Erdê gundê Jinwar, diyariya Komîteya Aborîya Jinan e. Axa gund ji bo çandiniyê baş e, lewma bi taybet ev erd hat hilbijartin.

Avakirina gundê Jinwar li ser fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Bi amadekeriya warê jinan re girêdayî perspektîfa Ocalan a “Çandinî û kedîkirin bi giranî berhemên jinan in. Careke din sazûmaniya jiyana xwecihî yanî şoreşa gundan ji ber ku ji nêz ve ji xwezaya jinan re dibe bersiv, mohra jinan radigire.” wek broşur ji şêniyên gund re hate belavkirin.

Sembola Jinwarê; gihayê hermel

Hemû tiştên li gundê Jinwar bi wate ne û ji dîrokê hatine wergirtin. Sembola gundê Jinwar gihayê hermel e. Hermel, sembola bereket û rojnameya jinan e. Ev giha dermanê gelek nexweşiyan e û civakê ji xerabiyan, enerjiya nebaş diparêze. Ji bo vê ev giha bûye sembola Jinwarê. Heya niha jî li malên Kurdan gihayê hermel ji bo nezera çavan û xemlê tê bikaranîn.

Jinwar ji pirzimanî, pirçandî, pirbaweriyê re vekirî ye

Şêniyên li gundê Jinwar di nava jiyana hevbeş û pirnetewe de dê bijîn. Êzidî, xiristiyan, Ereb, Kurd, enternasyonal di nav hevbeşiyê de ne. Jinên ji bajarê Dirbêsiyê, Kobanê, Dêrazor, Şedad, Şengal, Şehba, Silêmanî, Mexmûr û Serêkaniyê di gund de dimînin. Gund ji hemû pêkhateyan re vekirî ye. Hevbeşiya li gund parvekirinê zêde dike.

Rojeke Jinwarê

Di serê mirovan de gelek pirs têkildarî jiyana gundê Jinwarê hene. Ji bo bersivdayîna wan pirsan me wek ANHA rojek bi jinên gund re derbas kir. Gera me ji bajarê Qamişlo ber bi bajarê Dirbêsiyê ve dest pê dike. Gundê Jinwar 5 km dûrî bajarê Dirbêsiyê ye û li ser rê tabelaya “Jinwar rêwiyan pêşwazî dike” xuya dike. Bi nivîsa ‘Hûn bi xêr hatin’ re êdî hin malên biçûk ên gundê Jinwar bi rasthatina biharê di nav şînkahiyê ye de xuya dikin. Jinek li ber deriyê gundê Jinwar bi her du zarokên xwe re parastinê dike, em pêşwazî kirin. Cudabûna gund ew e ku xweser e. Rûkeniya jinan û karê ku dikin dikeve kadraja kameraya me. Zarokên ku bi kirasên dayikên xwe digirin û li pey wan dimeşin jî  tên ber çavên me. Jin gund bi keda xwe bi rê ve dibin û karên cuda wekî mitbexê, firin, çandina daran, amadekariya dayîna semîner û karên navmalî dikin. 9 malbat 9 çîrokên cur bi cur li gund hene. Lê parvekirin yek e. 

‘Beriya niha dîroka me şaş dihat parvekirin’

Di saetên nîvro de 2 jin li mitbexa gund xwerinê çêdikin û hemû jinên li gund bi hev re xwarina nîvro dixwin. Piştî xwarinê, jin li ber tavê rûdinin û pêkanokan ji hev re dibêjin. Her wiha televîzyon tê temaşekirin û nîqaşên bûyeran jî dikin. Di saetên êvarê de semînerek li ser mijara dîroka jinan tê dayîn. Hin jinan li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin û digot “Dîroka me bi rengê veşartî û ne rast heya niha ji me re dihat parvekirin.” Xwarina êvarê her malbat li mala xwe dixwe lê her mal çi xwarin çêkiribe ji cîranên xwe re jî teyfikekê belav dike. Piştî xwarinê jî jinên li gund rojane li malekê kom dibin, çîrokan, têkoşîna li dijî hişmendiya paşverû li hev parve dikin û stranan dibêjin.

Hevgirtina jinan êş û bîranînên xemgîn têk dibe

Roniya rojê li gundê Jinwar saet li dora 05.00’an xwe eşkere dike. Bi dengên dîk û gotina “Rojbaş” re roj tê pêşwazîkirin. Jinên li gund saet di 06.00’an de spora sibehê dikin. Hin ji jinan berê xwe didin firinê û ji bo çêkirina nan hevîr distrên. Saet di 07.30’an de zarok ji bo herin dibistana xwe, şiyar dibin û bi dayikên xwe re taştê amade dikin. Balkêş e ku zarok li ser hişmendiya civaka xwezayî û jiyana hevbeş têne perwerdekirin. Di baxçeyê gund de zarokan dar çandine, bi giştî hejmara daran herî kêm li ser hejmara 300 darên zeytûn, mişmiş, hinar, lîmon û pirteqalan e. Hevgirtina jinan êş û bîranînên xemgîn têk dibe. Jiyana hevbeş û komînal li gund diyar dibe. Gelek mêvan serdana gundê Jinwar dikin. 

Rêvebirina gundê Jinwar; Meclisa Jinwarê

Warên jiyanê yên kevnar bi sirên pîroz hatine avakirin. Li Rojhilata Navîn avakirina gundekî jinan, bi xwe gelek ji van sirên jin û jiyanê eşkere dike. Li Jinwarê meclis jî heye. Hemû niştecihên Jinwarê di meclisa gund de cih digirin. Mehê du caran şêwira xwe li dar dixin. Di van şêwiran de rewşa zarok û dayikan, neteweyan, saziyan, çandinî, mêvan, dîplomasî û rewşa welat dinirxînin. Ji ber hişmendiya desthilatdar a zilaman, zarokên gelek dayikan ji wan hatine standin. Di rewşên wiha de Meclisa Jinwarê di çareseriya vê mijarê de mijûl dibe.

Akademiya Jinwarê

Akademiya Jinwarê li ser dayîna perwerde û semîneran hatiye vekirin. Xeml û xweşikiyên dîrokî ji bo mûzexaneya Jinwarê di akademiyê de têne parastin. Bi wêneyên jinên şoreşger, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek tiştên bi keda destan di akademiyê de cih digirin. Destkariyên jinan ji bo pêşeroja dîroka jinan bi hestyarî tên parastin. Piştî avakirina gund cara yekem li ser anatomî, dîroka jinan û jineolojiyê semîner tên dayîn. Her wiha jinên li gund li ser ajotina erebeyan jî perwerde dibin. 

Firina Aşnan

Xwedawenda çandiniyê Aşnan di dema Sûmeriyan de wek xwedawenda bereket û parastina sêwiyan bû. Wê xwedawendê ji bo sêwiyan nan çêdikir, belav dikir û bi berekata xwe dihat nasîn. Firina Aşnan ya gundê Jinwar navê xwe ji vê xwedawendê wergirtiye. Her meh 2 jin dibin berpirsên firina Aşnan. Jinên ku di firinê de kar dikin, sibehê saet di 07.30’an de nan çêdikin. Ev mehek e firin nan difiroşe derve. 3 nan bi 100 lîreyên Sûriyê tên firotin. Her wiha pereyê nan jî dikeve nav budçeya gund.  Şêniyên Dirbêsiyê her sibeh berê xwe didin gundê jinan û nan ji wir dikirin. Li gorî nêrînên bikirên nan; nanê firina Aşnan berhevdana firinê din re pereyê wê ne bûha ye û xweştir e. Gelek şênî ji ber xweşbûna nan, nan hêj di rê de dixwin.

Dermanên xwezayî têne çêkirin

Li ser bingeha vegera jiyana tendurist û resen tiba xwezayî li Jinwarê tê esasgirtin.Di nexweşxaneya Jinwarê de dermanên ji giha tên çêkirin, bi şîfaya dest û hestên jinan êş û nexweşî tên derbaskirin. Jinên gund perwerdeya dermanên xwezayî dîtine û dermanên pêwîst xwe bi xwe amade dikin. Ji bo dermanan li baxçeyê Jinwarê gihayên gezgezok, mendik, hêro û sabar hatine çandin.

Li gundê Jinwar hewzeke mezin ji bo avjeniyê û avdana daristanê hatiye çêkirin. Bi taybet ji bo şîfaya bedena jinan ev hewza avê wek pêwîstiyêkê hatiye amadekirin û ji her kesî re vekirî ye.

Hefteyê carakê paqijiya qada gund tê kirin. Her kes pêşiya mala xwe paqij dike û ji aliyê şaredariyê ve çopa gund tê derxistin.

Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş

Ji 30 zarokên gundê Jinwar, 12 di Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş de dixwînin. Di pola çaremîn de 4, pola duyemîn de 3 û pola yekemîn de jî 5 zarok cih digirin. Di nav dibistanê de mamosteyên KPC’ê yên jin perwerdeyê bi zimanên erebî û kurdî didin. 2 zarokên gund jî li Dirbesiyê dibistana navîn dibînin. Zarokên gund her roj perwerdeya zimanê îngilîzî ji endamên Komîna Enternasyonel a gund ve digirin.

Aboriya xweser

Debara jinên gund bi karê hundirîn tê meşandin. Her jin di nava xebatê de cih digire. Bi taybet li gorî xweseriya gundê ekolojîk, demokratîk û pirnetewe, çandinî (çandina nîsk, genim, ceh û şînî), xwedîkirina heywanan (xwedikirina mirîşk, dîk), dikandarî, firin, dibistanan wek navendên xebatên sereke hatine sazkirin.

Serlêdana gund

Hevjînên şehîdan, jinên ku mexdûrên hişmendiya baviksalar in û jinên ku dixwazin li gund bijîn, li warê xwe dijîn. Her wiha deriyê gundê Jinwar ji bo hemû jinan vekirî ye û jin bi rêya Kongreya Star û Mala Jinan derbasî gund dibin. Malbatên şêniyên gundê Jinwar dikarin serdana wan bikin lê zilam nikarin li gund rakevin. Her wiha jinên Jinwarê dikarin di sazî û dezgehên Jinwarê de bixebitin û li gorî pêwîstiyan dikarin li derveyî gund jî bixebitin. Her jinên ku li gund di nava sazî û dezgehan de cih digirin û dixebitin, fonên xwe yên mehane digirin.

Gera me li gundê Jinwar bi dawî bû lê berxwedana jinan li dijî hişmediya baviksalar her roj xwe nûjen dike…

ANHA