Şengaliyan şehîdên Xanesorê bi bîr anîn

Xelkên Şengalê di duyemîn salvegera êrîşa çekdarên Roj (pêşmergeyên Roj) ya li dijî navçeya Şengalê ya Xanesorê de merasîmeke girseyî li qada Laleş lidar xistin û şehîdên êrîşê bi bîr anîn.

Şengaliyan şehîdên Xanesorê bi bîr anîn
3 adar, 2019   16:43

NAVENDA NÛÇEYAN

​​​​​​​Du sal beriya niha Komên çekdar ên bi navê Pêşmergeyên Roj, roja 3`yê Adara sala 2017`an êrîşî bajarê Xanesorê yê Şengalê kirin û di encamê welatiyên sivîl, rojnamevan, gerîla û şervan şehîd bûbûn. Gelê Şengalê di salvegera êrîşê de şehîdan li Qada Laleş ya Xanesorê bi merasîmeke girseyî bi bîr anîn.

Di merasîmê de şehîdên Xanesorê hatin bi bîr anîn û êrîşa çekdarên Roj ya li ser daxwaza Tirkiyê bi hevkariya PDK’ê li dijî gelê Êzidî pêk hat, hate şermezarkirin.

Diviyabû li cihê êrîşê bîranîn pêkhatiba, ji ber barana zêde kon hate vedan. Wêneyên şehîdên Xanesorê bi kon ve hatin kirin û mûm ji bo şehîdan hatin pêxistin.

Her wiha danê sibehê jî Şengalî ji bo şehîdan xêr belavkirin.

Merasîma bi deqeyek rêzgirtin re destpê kir. Di merasîmê de nûnerên saziyên Şengalê axivîn. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdên Şengalê Salih Xelîl axivî.

Di merasîmê de hate gotin ku ji saya şehîdên Êzîdxanê û gerîlayên PKK’ê êrîşên li dijî Şengalê vala hatine derxistin.

Her wiha axaftvan ji gelê Şengalê xwest ku li dijî plan û êrîşên li  ser Êzidiyan hişyar bin û bi berxwedanê bersiva êrîşan bidin û vala derbixin.

Li ser êrîşa Xanesorê ya ji aliyê çekdarên Roj ve hate kirin jî hate gotin planeke dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê li dijî gelê Êzidî bû û hate gotin ku xwestin bi rêya vê êrîşê fermana 73’an ya çeteyên DAIŞ’ê nekarîn bibin serî temam bikin. Her wiha minnetdariya ji şehîdên Xanesorê û gerîlayan re jî di her fersendekî de hate ziman.

Fermandarê YBŞ’ê Tîrej Şengalî, li ser navê PADÊ Letîf Şengalî, li ser navê TAJÊ Hezar Mendo, Rêveberê Saziya Şehîdên Şengalê Xelîl Salih, Hisên Hacî, Fermandara YJŞ’ê Zînê Şengalî axivîn û sonda xwedî derketina li xeyalên şehîdan û tolhildanê dan.

Merasîm dirûşma, “Bimre xiyanet, bijî berxwedan” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.