Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê

Rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên 8`ê Adarê
3 adar, 2019   16:08

MINBIC

Şêniyên navçeya Ebû Qelqel bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û bi dirûşmeya "Berxwedana jinan jiyanê geş dike û terorê têk dibe" li navenda Mala Jin a navçeyê şahiyek lidar xistin. endamên saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê û bi dehan şêniyên Ebû Qelqel tev li şahiyê bûn. Li cihê şahiyê wêneyên şehîdan û ala Meclisa Jin û Mala Jin hatin daleqandin.

Di şahiyê de bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê cîgira serokatiya partiyê Fetûma Şeriq axivî û 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinên Minbic û tevahî cîhanê pîroz kir.

Fetûma Şeriq destnîşan kir ku jin di nava serdeman de gelek êş û zehemtî kişand, roja 8`ê Adara 1857`an jin li dijî desthilatdariyê daketin kolanên New Yorkê û ji wê rojê heta roja îro 8`ê Adarê weke Roja Jinan a Cîhanê li tevahî cîhanê hate ragihandin.

Di dawiyê de Fetûma Şeriq diyar kir ku jinan li dijî zihniyeta desthilatdar ku mafê wê jê standin sekinîn û bi berxwedana xwe ji tevahî cîhanê re teqez kir ku jin ne lawaze û ji mafê wê ye ku cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de bigre.

Paşê Koma Pepûle şanoyek li ser qonaxên pêşketina jinan, pêşkêş kir.

Şahî bi dîlanên filklorî ji aliyê Koma Emel (Hêvî) bidawî bû.

KOBANÊ

Li kantona Kobanê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, hevjîn û dayikên şehîdan daxuyaniyek dan paşê şervanên YPJ`ê merasîma leşkerî lidar xistin.

Daxuyanî li Gorisana Şehîd Dicle ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Dilava Mihemed ve hat xwendin. Bi dehan malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û rêveberiya Xweseriya Demokratîk tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di xwendina daxuyaniyê de ala Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên şehîdan hatin hildan.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê dayik, zarok û xuşkên şehîdan em berxwedana Leyla Guven û berxwedana jinên ku ji bo azadî û wekeviyê serî hildidin û ji bo azadiyê têdikoşin,  silav dikin.

Em weke jinên Kurd bextyar in ji ber me destek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye. Me cihê xwe yê sereke di nava aliyên siyasî, leşkerî û civakî de girt.

Bi saya firk û felsefeya Rêber Ocalan jin bûn sembola mirovahiyê. Li Dêrazorê bi îradeya xwe çeteyên DAIŞ`ê şikenandin û têk birin. Tola jinên êzidî rakirin û bi berxwedana Arîn Mîrkan, Êrîvana, Barîn Kobanê û Avesta dikaribûn jinên ereb bibin rêya azadiyê mîna Amargî û Hena.

Em weke dayik, hevjîn û xuşkên şehîdan pêwîste ji bo azdiya Rêber Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin. Em soz didin ku em ê hata dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û hemû xewin û xeyalên wan pêk bînin."

Paşê şervanên YPJ`ê toreneke leşkerî lidar xistin.

DIRBÊSIYÊ

Kongreya Star bi hatina 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Dirbêsiyê semîner da.

Semîner li navenda Çand û Huner a navçeyê hat dayîn. Bi dehan jinên navçeyê û gundewarên wê her wiha endamên saziyên civka sivîl tev li dayîna semînerê bûn.

Di semînerê de yek ji rêveberên komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Rûken Hemo li ser girîngiya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê axivî.

Rûken diyar kir ku jinên Kurd di dîrokê de li ber xwe dan û wiha pêde çû,"Jinên Kurd bi têkoşîn û berxwedan xwe di nava dîrokê de îsbat kir. Berxwedana şervanên YPJ`ê li dijî rêxistina terorîst, serkeftineke. Berxwedana Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan di roja 116`an didome. Leyla Guven dirûşmeya berxwedan jiyan e ji xwe re hilbijart. Em weke jinên navçeya Dirbêsiyê berxwedan û îradeya wî silav dikin. Em teqez dikin ku em ê her û her şopdarê rêya wê bin."  

Rûken di dawiyê de got 8`ê Adara 2019`an dê bibe roja serkeftinê.

Paşê senevîzyon li ser 8`ê Adarê û têkoşîna jinên Kurd hat pêşandan.

Semîner bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bidawî bû.

ŞEHBA

Kongreya Star bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven û rêhevalên wê li kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê daxuyaniyek ji raya giştî re dan.

Bi dehan jinên kampê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Di xwendina daxuyaniyê de wêneyên Leyla Guven û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêvebern Kongereya Star a kampa Berxwedan Leyla Îbiş ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em bê dengiya navdewletî der barê siyaseta dewleta Tirk a faşîst li dijî siyasetmedarên Kurd û bi taybet kesên di greva birçîbûnê de mîna Leyla Guven, şermezar dikin. Berxwedana Leyla Guven sembola îrade û têkoşîna jinan diyar dike.

Rola jinan di parastina nirxên mirovahiyê de her tim sereke ye. Jinê cihê xwe di aliyên siyasî, leşkerî, diplomatîk û civakî de girt.

Em weke jin bang li hemû jinên cîhanê dikin ku yekîtiya xwe ava bikin û li dijî hemû qeydên ku li ser wan têne ferzkirin, asta têkoşînê bilind bikin. Em bang li rêxsitinên mafê mirovan dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên di greva birçîbûnê de têkevin nava tevgerê."

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana zindanan û berxwedana jinan bidawî bû.

REQA

Rêveberiya Jin a Reqayê bi boneya 8‘ê Adarê navenda meclisa jinan li herêma Ekîrşiyê ya dikeve başûrê bajarê Reqayê vekir.

Bi dehan jinên herêmê, di nav de endamên Buroya Jin a Perwerdeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, meclis, komînê û saziyên jinan beşdarî merasîmê vekirina navendê bûn.

Merasîm bi deqeya rêzirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Rêveberiya Jin a Reqayê Zuleyxa Ebdî axivî û Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û anî ziman ku serkeftinên ku jinên li Reqayê bi dest xistine berhemên xwîna şehîdan e.

Her wiha bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hela El-Ehmed vekirina navenda meclisê wekî gava yekemîn a serkeftina jinan bi navê kir û got: "Jinan di dema dagirkirna DAIŞ‘ê gelek azar kişandin, ev gav dê bibe bingeha serkeftina jinan."

Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Ebas El-Ehmed ve hate vekirin.

Merasîm bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranên gelerî bi dawî bû.

Tirbespiyê

Li navçeya Tirbespiyê jî bi heman armancê Kongreya Star semînerek li gundê Dugur da.  Jinên bajarokên Hilwa û Til Marûf amade bûn.

Semîner bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevseroka Komîteya Civakî ya navçeya Tirbespiyê Wensa Yûsif 8‘ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

Her wiha anî ziman ku, di encamên pergalên serwer jin rastî zulm û înkarkirinê dihat û wiha domand: "Lê îro em dibînin jinan hemû bend şikandin û xwe ji zulmê rizgar kirin, di çeperên şer ên pêş de pêşengtiyê dike, di heman demê de xebata siyasî, rêveberî, civakî, xizmetguzarî û hwd dimeşîne."

Wensa Yûsif di berdewama axaftina xwe bal kişand sere berxwedana Leyla Guven a li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku berxwedana Leyla Guven berxwedana rasteqîn a li hemberî zulm û desthilatdariyê ye û dê bi serkeve. Wnesa got: "Berxwedana Leyla Guven di Roja Jinan a Cîhanê de dibe çirûska azadiyê."

Paşê belgefîlmeke li ser têkoşîna jinan li hemberî zulm û desthildariyê hate pêşandan.

TEBQA

Li bajarokê Cirniyê yê Tebqayê, Rêveberiya Jin semîner li ser dîroka Roja Jinan a da.

Bi dehan şêniyên bajaroka Cirniyê, endamên Rêveberiya Jin a Tebqa û Cirniyê di semînerê de amade bûn.

Semîner ji aliyê endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê Cîhan Mihemed ve hat dayîn.

Cîhan Mihemed dîroka ragihandina 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û têkoşîna jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegot.

Cîhan Mihemed got: "Jin di dîrokê de pêşenga civakê bû û di her qadan de, siyasî, aborî, çandî û leşkerî serkêşî dikir. Berxwedana Jin bi rihê Leyal Guven berdewam e. "

Cîhan, têkoşên jin wekî Avesta Xabûr û xwişkên Mîrebal bi bîr anî û gotin bi saya keda wan jinan azadiya xwe bi dest xistin.

Di dawiyê belgefîlmek li ser berxwedana şervanên YPJ‘ê hate pêşandina, her wiha endamên Rêveberiya Jin gul li beşdaran hatin belavkirin.

TIL HEMÎS

Bi heman armancê Kongreya Star li navçeya Til Hemîsê şahiyek li dar xist.

Şêniyên navçeya Til Hemîs û Til Birak ji bo pêşwazîkirina şêniyên Qamişlo li kolana sereke kom bûn.

Dema şandeya ji bajarê Qamişlo gihişt, bi kerwanekî ber bi navenda Çand û Hunerê ve ketin rê da ku li wir şahî were lidarxistin. Di wê navberê de dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" diavêtin.

Piştî bîranîna şehîdan, bi navê Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê endama kongreyê Cewza el-Hasûd, bi navê Buroya Jin a Meclisa Kantona Qamişlo, endama Meclisê Necah Qesû, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê, endama meclisê Xalsa Meter axivîn.

Di axaftinan de 8‘ê Adarê ji jinên cîhanê hate pîrozkirin û hate gotin: "Jinan di Şoreşa Rojava de de xwe îsbat kirin, ji ber wê şoreşê bi navê jin hate naskirin. Tevahî cîhanê şahidê serkeftina jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Piştî axaftinan, Koma Şehîd Warşîn a dîlan û Koma Kevana Zêrîn a Stranan hunerên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranên hunermend û endamê Tevgera Çand û Hunerê ya Til Hemîsê Tariq El-Hisên bi dawî bû.

(bx/bb)

ANHA