Li ser biryaraya Efûyê 103 girtî serbest hatin berdan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 103 girtiyên ku demekê bi çeteyan re kar kiribûn lê destê wan di kuştina sivîlan de tine bû, serbest berdan.

Li ser biryaraya Efûyê 103 girtî serbest hatin berdan
Li ser biryaraya Efûyê 103 girtî serbest hatin berdan
Li ser biryaraya Efûyê 103 girtî serbest hatin berdan
Li ser biryaraya Efûyê 103 girtî serbest hatin berdan
Li ser biryaraya Efûyê 103 girtî serbest hatin berdan
Li ser biryaraya Efûyê 103 girtî serbest hatin berdan
Li ser biryaraya Efûyê 103 girtî serbest hatin berdan
Li ser biryaraya Efûyê 103 girtî serbest hatin berdan
Li ser biryaraya Efûyê 103 girtî serbest hatin berdan
3 adar, 2019   15:56

DÊRAZOR

Li ser bangawaziya rûspiyên Ereb a ji bo serbestberdana ciwanên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibûn xapandin û tevlî çeteyan bibûn, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çapemeniyê biryara serbestberdana 283 kesên ku destê wan di kuştina welatiyan de tine ye derxist.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo serbestberdana 103 girtiyên ku demekê di nava DAIŞ‘ê de kar kiribûn civînek li bajaroka Siwer a gundewarê Dêrazorê li dar xistin. Rûspiyên êşîreya Egîdat, Begara, malbatên girtiyan endamên Buroya Têkiliyên Giştî, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Meclisa Gel a Bisêra di civînê de amade bûn.

Di civînê de, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Zagonsaz Xelef El-Esed, endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ehmed El-Casim, Hevseroka Meclisa Gel a Bisêra Şakir Salih bi serokeşîrê Egîdat Cemîl El-Hefel axivîn.

Kesên axivîn spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û bang li girtiyan hate kirin ku ji fikrê tindraw dûr bikevin û ji bo avakirina civakeke demokratîk kar bikin.

Di dawiya de girtî radestî malbatên wan hatin kirin.

ANHA