Jinên DAIŞ`î li çarenûsa xwe dipirsin

Li gel zêdebûna hejmara malbatên çeteyên DAIŞ`ê di kampa Holê de, civaka navdewletî ji bo wergirtina hemwelatiyên xwe yên di nav çeteyên DAIŞ`ê de ku piraniya wan jin in, bê deng e. Tevî wê jî gelek ji wan malbatan hîna alîgirên DAIŞ`ê ne, ew jî li ser pêşeroja herêmê xetereyek e. Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li tevahiya dewletan dike da ku hemwelatiyên xwe wergirin.

Jinên DAIŞ`î li çarenûsa xwe dipirsin
Jinên DAIŞ`î li çarenûsa xwe dipirsin
Jinên DAIŞ`î li çarenûsa xwe dipirsin
Jinên DAIŞ`î li çarenûsa xwe dipirsin
Jinên DAIŞ`î li çarenûsa xwe dipirsin
Jinên DAIŞ`î li çarenûsa xwe dipirsin
Jinên DAIŞ`î li çarenûsa xwe dipirsin
Jinên DAIŞ`î li çarenûsa xwe dipirsin
Jinên DAIŞ`î li çarenûsa xwe dipirsin
Jinên DAIŞ`î li çarenûsa xwe dipirsin
3 adar, 2019   07:50

EHMED MIHEMED / NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka aloziya Sûriyê û şerên navxweyî li erdnîgariya cuda ya Sûriyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê karî xwe ji wan şeran û aloziyê dûr bixe, bi rêya hilbijartina xeta sêyemîn di rêvebirin û parastina xwe de li hember her mudaxeleyeke ji derve û bi baweriya jiyana hevbeş. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn herêmên herî ewle li gorî bajarên Sûriyê yên din. Vê yekê hişt ku bi hezaran koçber û penaber, wê wek stargehekê bibînin. Piştî derketin û bi tunekirina DAIŞ`ê, li herêmê hejmara wan zêde bû.

Di nav koçberan de ku li herêmê bi cih bûne, bi taybet yên ku ji herêma ku DAIŞ`ê xwe lê asê kiriye, malbatên çeteyên DAIŞ`ê û endamên wê ji dewletên Ereban, Ewropa û Rûsyayê hene. Ew niha di nav kampên taybet de li Bakurê Sûriyê dimînin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wan kampan bi rê ve dibe, bi taybet piştî paşguhkirina civaka navdewletî wergirtina çeteyên biyanî. Kampa Holê jî kampeke girîng e.

Kamp dabeşî 2 beşan dibe, yan jî mirov dikare bibêje dabeşî malbatên ku heya niha alîgirên DAIŞ`ê ne û li bendê ne ku vegerin welatê xwe û malbatên ku bi tevlêbûna DAIŞ`ê hatine xapandin. Ev jî bi xwe re û di encama xemsariya dewletên têkildarî wergirtina hemwelatiyên xwe yên ku tev li DAIŞ`ê bûne, xetereyekî li ser Bakurê Sûriyê bi taybet û dewletên cîhanê bi giştî çêdike.

Bi destpêkirina qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê re di 10`ê Îlonê de, rizgarkirina sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ`ê û ji bo derbaskirina xetereya derketina DAIŞ`ê careke din, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li tevahiya dewletên ku hemwelatiyên wê çeteyên DAIŞ`ê ne û li gel QSD`ê girtî ne wergirin û wan an dadgeh bikin an jî dadgeheke navdewletî têkildarî dozên terorê vekin.

Lê bangewaziya rêveberiyê nehat bihîstin. Hîna ew çete di girtîgehan de ne û malbatên wan di kampên ku Rêveberiya Xweser ji wan re vekirine de ne.

Ji nav sedan mînakên malbatên alîgirên DAIŞ`ê di nav kampa Holê de jineke DAIŞ`î bi navê Necwa Cadir a bi eslê xwe ji Urdinê ye, xwe bi navê Im Hisên El-Cerablusî bi nav dike, dayika 3 kuştiyên DAIŞ`ê ye ku li cihên cuda ji hêla QSD`ê ve hatine kuştin. Bi destpêka derketina DAIŞ`ê li Sûriyê di 2013`an de hevser û 3 kurên wê tev li DAIŞ`ê dibin. Necwa destnîşan kir ku ew ne poşman e ku tev li DAIŞ`ê bûye û wiha got: "Ez ne poşman im ku me ev rê hilbijartiye û eger kurên min ên din hebûna min ê tev lê bikirina."

Di nav wan malbatan de jî wekî ku me li jorê diyar kiriye, hindek malbat bi çeteyên DAIŞ`ê hatin xapandin û bi taybet kesên ku bi navê “Mihacirîn” têne naskirin. Jê hevjîna çeteyekî DAIŞ`ê yê ku bi navê Ebû Ednan El-Elmanî dihat naskirin, navê wê Ozlîd Sikatişmand e û di nav çeteyan de bi navê Yemame Mihemed tê naskirin. Ozlîd 30 salî ye û diyar kir ku ew bi propagandayên DAIŞ`ê hatiye xapandin û wiha pê de çû: "Em bi îdiayên DAIŞ`ê hatin xapandin. Rewşa li ser erdê nerastiya prapagandaya wan derdixe holê. Di nav DAIŞ`ê de ji bilî zilm û kuştinê min nedît. Min gelek azar ji wan kişandin. Ji ber wê ez dixwazim vegerim welatê xwe. Ez îro poşman im, xwezî dem vegeriya ez ê ne li vir bûma."

Ji daxuyanî û axaftinên me bi malbatên çeteyên DAIŞ`ê re di beşa wan a diyar de li kampa Holê, xuya dibe ku ew dabeşî alîgir û kesên ku ji ber tevlêbûna DAIŞ`ê poşman bûne. Ruxmî tengavkirina çeteyên DAIŞ`ê di nav erdnîgariyeke biçûk de û ji hêla leşkerî ve êdî ketiye, rêjeya alîgirên DAIŞ`ê di nav wan malbatan de ji sedî 80 ye.

Li gorî hevseroka kampên herêma Cizîrê û berpirsa yekser a kampa Holê Mecîde Emîn, prosesa derxistina van malbatan ji herêmê bi aliyên ewlekariyê û leşkerî û têkiliyên derve yên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve girêdayî ye. Her wiha tekez kir ku bi awayekî domdar bi aliyên herêmî û navdewletî re di nav têkiliyan de ne da ku bi berpirsyariyên xwe li hember malbatên DAIŞ`ê yên ku li ser pêşeroja herêmê xetereyek in, rabin.

Li gel operasyona QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di çarçoveya pêngava Şerê Tunekirina Terorê de, pêlên koçberiyê yên şêniyên Baxozê û malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji herêmê heya vê kêliyê berdewam in û digihîjin kampa Holê.

Kampa Holê niha zêdetirî 51 hezar penaber û koçberan ji malbatên DAIŞ`ê hembêz dike.

(şx)

ANHA