Sedem û armancên êrîşa Xanesorê

Komên çekdar ên bi navê Pêşmergeyên Roj, roja 3`yê Adara sala 2017`an êrîşî bajarê Xanesorê yê Şengalê kir. Armanca wan ew bû ku di nava Kurdan de pevçûnekê derxin. Di êrîşê de 8 şervan şehîd bûn, bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha rojnamevan Nûjiyan Erhan ku êrîş dişopand, bi guleya êrîşkaran şehîd bû. Armancên vê êrîşê çi bûn û kîjan komên çekdar beşdar bûn?

Sedem û armancên êrîşa Xanesorê
3 adar, 2019   06:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ`ê roja 3`yê Tebaxa 2014`an êrîşî herêma Şengalê kir, hêzên ku qaşo Şengal diparastin anku hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji Şengalê reviyan û welatiyên êzidî di bin pencê çeteyan de hiştin. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Parastina Gel (HPG) çûne Şengalê û ji bo êzidiyan rizgar bikin di navbera Şengal û Rojava de korîdor vekirin.

Di salên piştî êrîşê de şerên dijwar li dijî DAIŞ`ê pêk hatin û di encamê de gelek navçeyên Şengalê û bajarê Şengalê jî ji DAIŞ`ê hatin rizgarkirin û welatiyên Êzîdxanê dest bi xwebirêxistin û xwerêvebirinê kir. Lê ev yek li xweşiya dewleta Tirk û hevkarên wê nehat.

Beriya êrîşa Xanesorê PDK`ê hêzên xwe bi rê kirin derdora navçeyên Xanesor û Sinûnê, di heman demê de serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gef dixwarin ku êrîşî herêmên Şengalê bike.

Komên êrîşî Şengalê kirin, kî bûn?

Ragihandina nêzî PDK`ê diyar kir ku çekdarên koma bi navê Pêşmergeyên Roj êrîşî Şengalê kir, lê rastî ne wiha bû. Agahî û belgeyên ku ji aliyê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ve hatine bidestxistin eşkere dikin ku gelek komên girêdayî Tirkiyê jî di nava êrîşê de hebûn mîna çeteyên (Gurên Boz, Hêzên Zêrevanî, çekdarên PDK`ê û Serbest, El-Heşd El-Wetenî El-Sunnî, endamên MÎT’a Tirk û Pêşmergeyên Roj).

Gurên Boz

Endamên vê komê ji barageha artêşa Tirkiyê ya li Başîqa û bi fermana îstixbarata Tirkiyê çûne Şengalê û cilên pêşmergeyan li xwe kirine. Ji wan çeteyan kesê bi navê Mihemed Yilmaz ji bajarê Sakarya yê nêzî Stenbolê ye, hatiye dîtin ku di destên wî de çek heye û guleyan dibarîne. Ev kom wek destê çekdar ê Partiya Tevgera Nîjadperest a Tirkiyê (MHP) tê naskirin. Li dijî mafên Kurdan e, di salên 60`î de ji aliyê Alpaslan Turkeş ve hatiya avakirin, gelek karên terorê kirine û çend caran wek komeke terorîst hatiye binavkirin.

Hêzên Zêrevanî

Hêzên çekdar ên PDK`ê ne û girêdayî Mesrûr Barzanî kurê Mesûd Barzanî ne. Fermandarê wan jî kesê bi navê Ezîz Weysî ye. Ev kom ji bo parastina berjewendiyên malbata Barzanî dixebite û li herêma Başûrê Kurdistanê gelek kiryarên kuştinê kirine, hejmara wan jêzî 10 hezar çekdaran e.

Çekdarên PDK`ê û Serbest

Nêzî 10 hezar çekdarî ne, beriya êrîşa DAIŞ`ê li Şengalê bû. Endamên komê bi pereyan ji aliyê PDK`ê ve hatine erkdarkirin û girêdayî PDK`ê ne. Tu têkiliya wan bi Wezareta Pêşmergeyan re tune ye û destê wan jî di komkujiya Şengalê de heye.

El-Heşd El-Wetenî El-Sunnî

Ji eşîrên Ereb ên sunnî yên Mûsilê pêk tê. Di 19`ê Berfanbara 2016`an de ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve hatiye avakirin û perwerdekirin. Paşê wek hêzeke girêdayî pêşmergeyan hatiye naskirin.

MÎT’a Tirkiyê

Komeke girêdayî MÎT`a Tirkiyê ye. Ji kesayetên nîjadperest û şovenîst pêk tê. Ji sala 1992`yan ve ji dema şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve li baregeha Başîqa ya artêşa Tirk dimînin.

Komên Tirkmenan

Ji Tirkmenên Tileferê ya nêzî Şengalê pêk tê. Bi pereyan ji aliyê PDK`ê û îstixbara Tirkiyê ve hatiye avakirin. Li baregeha Başîqa li ser destê îstixbarata Tirkiyê hatine perwerdekirin, hejmara wan nêzî 5 hezar kesan e.

Pêşmergeyên Roj

Di sala 2012`an de li ser daxwaza Mesûd Barzanî hatiye avakirin. Ji ciwanên Rojava yên ku piştî şerê li Sûriyê reviyane û çûne Başûrê Kurdidanê pêk tê. Li ser destê îstixbarata Tirkiyê hatine perwerdekirin. Hejmara wan nêzî hezar û 300 çekdaran e. Roja 22`yê Mijdara sala 2016`an serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu çû serdana wan û ji aliyê fermandarên îstixbarata Tirkiyê yên ku hêzê perwerde dikin ve, hate pêşwazîkirin.

Çima navê ‘Pêşmergeyên Roj’ hate bikaranîn?

Di êrîşa 3`yê Adara 2017`an a li dijî navçeya Xanesorê de navê ‘Pêşmergeyên Roj’ hate bikaranîn. Ew lîstikeke Tirkiyê û PDK`ê bû ku dixwestin di nava welatiyên Rojava de tevliheviyê çêkin.

Armanca êrîşa Xanesorê çi bû?

Armanca sereke ya êrîşa Xanesorê pêşîgirtina pêşdeçûna şervanên YBŞ, YJŞ û HPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bû. Wê çaxê van hêzan li dijî çeteyan li Şengalê destkeftiyên mezin bi dest dixistin û bi pêş diketin û gelek deverên Şengalê rizgar kirin.

Armanceke din jî ya vê êrîşê ew bû ku şerekî navxweyî di nav Kurdan de çêkin, jixwe ev tişt di ragihandina PDK`ê de pir eşkere bû. Her wiha armanc ew bû ku Rêveberiya Xweser a Şengalê têk bibin.

Komplo têk çû

Komploya ku bi destê îstixbarata Tirkiyê pêk hat, hema di cihê xwe de têk çû, wekî ku PDK`ê û Tirkiyê dixwest nebû şerê navxweyî. Gelê herêmê û bi taybet gelê Şengalê, li hember lîstokê hişyar bû.

Mînaka vê hişyariyê jî ew bû ku bi hezaran êzidiyên Kampa Newrozê ya li Rojava û herêmên Amûdê û Tirbesiyê berê xwe da sînorên Rojava û Şengalê û piştgiriya gelê Xanesorê kir, li dijî êrîşa çeteyan û Tirkiyê.

(kn)

ANHA