Jina êzidî Canê: Bira, divê tu keyfxweş bî û bibêjî va ye xwişka min hat

Jina êzidî ya ku çeteyên DAIŞ’ê bi 3 zarokên wê re revandibû û QSD’ê ew rizgar kir, bi telefona nûçegihanê me bi birayê xwe re axivî û wiha got: “Ez baş im, ez li gel hevalan im. Êdî netirse. Tu negirî birayê min. Ez ê elbet bigirîm, ji ber ku ez dizanim ka min çi kişandiye. Bira me ew qas tişt dîtin, êdî dilê min bûye hesin. Divê tu keyfxweş bî û bêjî va ye xwişka min hat.”

Jina êzidî Canê: Bira, divê tu keyfxweş bî û bibêjî va ye xwişka min hat
3 adar, 2019   07:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Şengal di 3’yê Tebaxa 2014’an de rastî êrîşên hişmendiya reş hat. Zarokên vê hişmendiya reş çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran kes qetil kirin û bi hezaran kes jî revandin.

Herî zêde jin bûn hedefa vê hişmendiya serdestiya mêran. Bi hezaran jinên êzidî di bazaran de firotin û kirin kole. Yek ji van jinan jî jina bi navê Canê Ilyas Xelef bû. Çeteyên DAIŞ’ê Canê, zilamê wê û 3 zarokên wê jî wekî bi hezaran şengaliyan, revandin. Zarokên Canê 2 kur û keçek bûn. Navê keçê Ferîde (7) bû û çeteyan navê wê kiribû Fatîme. Kurê wê Ehmed (6) çeteyan navê wî kiribû Silêman û kurê wê yê biçûk Ferdî (5) çeteyan navê wî jî kiribû Ubeyd. Çeteyan ne tenê navên zarokan, navê Canê jî guherandibû û kiribû Hela. Çeteyên DAIŞ’ê Canê û malbata wê bi şêniyên din ên Şengalê re birin Mûsilê. Piştî wê jî birin medreseya Badûş û li wir ji hev belav kirin.

Canê wiha qala esîrgirtina xwe kir: “Mala me xirab kirin. Em li hev parve kirin û em kirin koleyên xwe.”

Çeteyên DAIŞ’ê 3 mehan zarokên Canê ji wê girtin û paşê jî zilamê wê li ber çavên wê ser jê kirin. Canê wiha dibêje: “Zilamê min li ber çavê min ser jê kirin. Bi wî re jî 3 kamyon tijî zilam û zarokên kur ser jê kirin. Piştî ku ew ser jê kirin, avêtin ser rêyan û gulebaran kirin.”

Çeteyên DAIŞ’ê ji Canê re dibêjin bibe misilman. Canê jî ji bo zarokên wê bidinê, dibe misilman. Piştî wê her sê zarokên wê didinê. Canê got ji wan re digotin eger hûn nebin misilman, em ê we bikin cariyeyên xwe, hûn ê bibin koleyên me û yên ku nebûn misilman jî li bazaran firotin.

Canê dan çeteyê bi navê Ebû Miseb. Canê salekê ma li gel Ebu Miseb. Canê wiha qala zilma ku çete li wê kir, dike: “Nedihêla ez bi kesekî re biaxivim. Hevalên jina wî dihatin malê, nedihêla ez li gel wan biaxivim. Min nediwêrî bibêjim ez birçî me jî. Ez xulam bûm. Digotin heta ku em ji xew rabin, divê tu malê, serşok û tuwaletê paqij bikî. Cilên me bişoyî û hemû karê malê bikî. Pişta min diêşa, ez nexweş bûm. Dema min digot ez nexweş im, li min dixistin. Hewa sar bû, min digot ma dilê we bi min naşewite, ji min re digotin tu kafir î.”  

Piştre Canê û zarokên wê birin Tebqayê. Ji wir jî birin Reqayê. Li wir Ebu Miseb di şerê Reqayê de tê kuştin. Piştî ku Ebu Miseb mir, vê carê jî jina wî Wîdat Canê kir xulama xwe. Carekê seat di 2’ê şevê de keçeke biçûk a êzidî ku li Şengalê cîrana malbata Canê bû, telefonekê ji Canê re bir. Canê di bin betaniyê de bi birayê xwe re axivî. Birayê wê jê re got bireve. Lê tu derfetên revê neketin destê Canê. Çete pê hesiyan ku Canê bi malbata xwe re axiviye, keça ku telefon ji Canê re anî kirin zindanê û telefon jî şikandin. Canê û zarokên wê ji Reqayê birin navçeya Meyadin a Dêrazorê û herî dawî jî birin Sûsê û Baxozê.

Li Dêrazorê Canê dan çeteyekî din. Canê dibêje 3 jinên wî hebûn, yek ji Iraqê, yek ji Sûriyê, yek ji Tacikistanê û ew jî Kurd bû. Navê wî çeteyi Ebu Zeyneb bû. Herî zêde îşkence li Canê dikirin, ji ber ku ew Kurd bû.

Canê wiha qala têkçûna çeteyan a li Baxozê dike: “Teyareyê li wan xist. Her yek bi cihekî de diçû. Min jî zarokên xwe girtin ku derkevim. Çeteyek hat pêşiya min û got ‘neçin dê YPG we bikuje. Wê we gulebaran bikin. Wê tiştên nebaş li we bikin.’ Min jî got ew tiştek ji me nakin. Ji ber ku xwîna me yek e. Ez tirsiyam û vegeriyam. Min li ser rê 2 betanî li zarokên xwe pêçandin. Sibê yek hat got ‘hûn li vir çi dikin’ min got ma ne tu dizanî we çi li me kiriye. Em li ber taviya baranê û sermayê man. Ne av hebû ne xwarin. Paşê em meşiyan. Kamyon hatin û em ji wir derxistin. Ez pir keyfxweş im ku hevalan ez rizgar kirim. Ez û zarokên xwe pir keyfxweş in.”

Canê dibêje dema ku Şengal ji çeteyên DIAŞ’ê hat rizgarkirin, ew pir keyfxweş bû û zarokên wê digotin ‘em ê kengî vegerin bajarê xwe?’ û gotinên xwe wiha berdewam dike: “Ez li bendê bûm ku me ji destê DAIŞ’ê rizgar bikin. Zarokên min digotin em ê herin cem bavê xwe. DAIŞ’iyan ji zarokên min re digot ‘bêjin em DAIŞ in’. Min jî ji zarokên xwe re got bêjin em şengalî ne.”

Canê got ew hêvîdar e ku DAIŞ bi dawî bibe û wiha axivî: “Ez dixwazim vegerim Şengalê û malbata xwe bibînim.”

Birayê Canê Fadil Ilyas Xelef bi rêya nûçegihanên me xwe gihand Canê û bi telefona nûçegihanê me Canê bi birayê xwe re axivî. 

Canê bi çavên hêstir wiha got ji birayê xwe re: “Fadil, birayê min. Ez baş im, ez li gel hevalan im. Êdî netirse. Tu negirî birayê min. Ez ê helbet bigirîm, ji ber ku ez dizanim ka min çi kişandiye. Derfetên min nebûn ez birevim. Bira were cem min, zarokên min jî li ba min in. Zarokên min ji DAIŞ’ê tune ne. Bira me ew qas tişt dîtin, êdî dilê min bûye hesin. Divê tu keyfxweş bî û bibêjî va ye xwişka min hat.”

ANHA