Yekemîn Akademiya Şaredariyan li Reqayê hate vekirin

Li bajarê Reqayê "Akademiya Şaredariyan" bi merasîmeke hate vekirin. Tê payîn ku dê dewreya perwerdeyê ya yekemîn sibe destpê bike.

Yekemîn Akademiya Şaredariyan li Reqayê hate vekirin
Yekemîn Akademiya Şaredariyan li Reqayê hate vekirin
Yekemîn Akademiya Şaredariyan li Reqayê hate vekirin
Yekemîn Akademiya Şaredariyan li Reqayê hate vekirin
2 adar, 2019   18:05

REQA

Bi dirûşmeya `Ji me hemûyan tê xwestin ku em welatên xwe ava bikin`, îro Rêveberiya Şaredariyan a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê akademiyek li ser asta Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi navê "Akademiya Şaredariyên Reqayê" li bajarê Reqayê vekir. Akademî bi armanca pêşxistina asta xebatkarên şaredariyê hate vekirin.

Endamên Komîteya Şaredariyan û Rêveberiyên herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş, endamên meclisên herêmî yên Reqa û gundewarê wê û nûnerên şaredariyan a Tebqa û Dêrazorê di merasîmê vekirina akademiyê amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre axaftin ji aliyê hevseroka Komîteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mediya Bozan, hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş û hevserokê Şaredariya Gel a Reqa Senaa El-Şelebî vehatin kirin.

Di axaftinan de vekirina akademiyê hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku vekirina mîna van akademiyan ji bo zêdekirina tecrubeyên karkerên şaredariyan û amadekirina kadroyên fenî pêwîte.

Di nav axaftinan de hate destnîşankirin ku bi saya keda ciwanan bajarê Reqayê gavên mezin avêtin, rêveberî, meclisên siyasî, sivîl û leşkerî hatin avakirin, akademiyên fikrî, siyasî  yên ku rolek stratejîk di perwerdekirina civakê de dilîzin hatin vekirin.

Akademî ji aliyê endamên Saziya Malbatên Şehîdan û hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb El-Derwîş hate vekirin.

Di dawiya merasîma vekirinê de koma çand û hunerê ya Reqayê stranên gelêrî vegotin.

Tê payîn ku dê sibe dewreya perwerdeyê bi tevlîbûna 25 xebatkarên şaredariyên REqa, Dêrazor û Tebqayê destpê bike.

(şx)

ANHA