Cenazayê şehîd Mihemed El-Kurdî li Minbicê hate veşartin

Welatiyên bajar û gundewarên Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerîy a Minbicê Mihemed Cûma El-Kurdî yên dema erka xwe pêk di anîn şehîd bû li Goristana Şehîdên Minbicê veşartin. Di heman demê de şehîdên meha Sibatê hatin bi bîranîn.

Cenazayê şehîd Mihemed El-Kurdî li Minbicê hate veşartin
Cenazayê şehîd Mihemed El-Kurdî li Minbicê hate veşartin
Cenazayê şehîd Mihemed El-Kurdî li Minbicê hate veşartin
Cenazayê şehîd Mihemed El-Kurdî li Minbicê hate veşartin
Cenazayê şehîd Mihemed El-Kurdî li Minbicê hate veşartin
Cenazayê şehîd Mihemed El-Kurdî li Minbicê hate veşartin
Cenazayê şehîd Mihemed El-Kurdî li Minbicê hate veşartin
Cenazayê şehîd Mihemed El-Kurdî li Minbicê hate veşartin
Cenazayê şehîd Mihemed El-Kurdî li Minbicê hate veşartin
2 adar, 2019   18:37

MINBIC

Bi sedan welatiyên Minbicê cenazeyê şehîd Mihemed ji Nexweşxaneya Firat wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a Minbicê ketin rê.

Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê merasîma leşkerî pêk hat.

Paşê, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Hemdan sersaxî ji malbata şehîd Mihemed re xwest û anî ziman ku şehîd Mihemed ji kesên yekemîn bû ku beşdarî xebatên parastina herêmê bû.

Îbrahîm Hemdan soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endama meclisê Hesna El-Zahir axivî û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got, şehîd deryayek ji fedekariyê ne, qehremantiya wan nayê wesifandin.

Her wiha bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Farûq El-Maşî axivî û anî ziman ku bi saya şehîdan teror li bargeha xwe ya dawî nefesa dawî distînin.

Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Henadî Mihemed nasnameya şehî xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

Paşê malbatên şehîdan ji bo bîranîna şehîdên meha Sibatê find li ser gorên wan vêxistin.

ANHA