Li Baxozê şer dijware

Li Baxozê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê şerên dijwar rû didin. Şervanên QSD`ê pêş de diçin, herî dawî 6 nuqteyên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de girtin.

Li Baxozê şer dijware
2 adar, 2019   07:10

DÊRAZOR

Di rojên dawî de şervanên QSD’ê ji bo rizgarkirina sivîlan û ewlehiya wan hêdî hêdî pêş de diçûn. Şervanên QSD’ê şevê din dest bi operasyona dawî ya Şerê Tinekirina Terorê ji bo rizgarkirina deverên ên Baxozê, kirin.

Mûdîrê Navenda Ragihandinê yê QSD`ê Mustefa Balî ji ajansa me re ragihand ku ji şevê din ve di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê şerên dijwar rû didin.

Balî diyar kir ku şervanên QSD`ê pêşde diçin û şervananan heta niha 6 nuqteyên ku DAIŞ’ê baregehên xwe lê çêkiribûn ji çeteyan rizgar kirin. Balî destnîşan kir ku di encama şerê ku derketin hejmareke ji çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin her wiha 3 şervanên QSD`ê birîndar bûn.

(bx/bm)

ANHA