Sewsen Zekeriya: Li tevahiya Sûriyê pêşxistina mirovî pêwîst e

Lêkolînera ji Sûriyê Sewsen Zekeriya destnîşan kir ku geşkirina mirovî bi hemû şaxên xwe li tevahî Sûriyê mijareke girîng e.

Sewsen Zekeriya: Li tevahiya Sûriyê pêşxistina mirovî pêwîst e
2 adar, 2019   07:32

EBDUSELAM KERMAN / KOBANÊ

Bi nêzîkbûna ragihandina tunekirina DAIŞ‘ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re mijara pêşxistina herêmê derdikeve pêş.

Lêkolînera Sûriyê Sewsen Zekeriya diyar kir ku hewcedariya herêmên Bakurê Sûriyê bi kesên pispor di hemû aliyên geşkirinê de heye, ji ciwanên zana û xwende tê xwestin ku di sazî û desteyan de kom bibin da ku hewcedariya civakî ji her alî ve lêkolîn bikin.

Sewsen Zekeriya ku li paytexa Sûriyê Şamê dimîne, li ser mijara pêşxistina mirovî li herêmê wiha anî ziman: "Divê rewş baş were lêkolînkirin da ku rêbazên durist ji bo danûstandina bi wan re were naskirin, bajar ji gundan cuda ne û mezin û biçûk ne wekî hev in. Bi giştî li gundan pirsgirêka bêkariyê heye, perwerdekar divê gel li ser pîşe, kompîtur û dirûtinê û hwd perwerde bikin û derfetên kar li gorî hêz û asta her ferdekî peyda bikin."

Di berdewana axaftina xwe de Sewsen Zekeriya bal kişand ser rola malbatê di civakê de û wiha pê de çû: "Malbat şaneya yekemîn e, her çendî malbat serkeftî be ew civak serkeftî ye û tersî wê dema malbat ne serkeftî be, civak jî wê ne serkeftî be. Li ser vê yekê pêwîst e pirsgirêkên malbatî bi awayekî zanistî werin lêkolînkirin da ku çareseriya durist pêk were."

Li ser civakên Bakur û Rojhilat û rola geşkirina mirovî, lêkolînera ji Sûriyê wiha got: "Herêm dişibin hev, ji perwerdekarên hemû beşên pêşxistin û kar tê xwestin ku rewşê lêkolîn bikin û çareseriya guncaw ji hemû herêman re peyda bikin."

Sewsen di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Hemû beşên civakê li tevahiya herêmên Sûriyê hewcedarî pêşxistinê ne, divê kesên eleqedar bi vê yekê mijûl bibin."

ANHA