Ziyad Wetfê: Çareserî li gel rêveberiya xweser û opozîsyona hundirîn e

Endamê Buroya Rêveber a Tevgera Veguhestinê ya Demokratîk (Heyet El-Tensîq) Ziyad Wetfê got Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û opozîsyona hundirîn bi çareseriya siyasî bawer in û derfeta herî mezin a diyalog û xêzkirina pêşeroja Sûriyê û çareserî li gel wan e. Wetfê anî ziman ku heger hêzên niştîmanî nebin yek, çareserî ne pêkan e.

Ziyad Wetfê: Çareserî li gel rêveberiya xweser û opozîsyona hundirîn e
2 adar, 2019   06:53

EHMED MIHEMED / NAVENDA NÛÇEYAN

Ziyad Wetfê li ser nepeydabûna çareseriyê ji bo aloziya Sûriyê ku ev 8 sal e dewam dike, ev tişt got: "Tevgera gel ji xeta xwe ya aştiyane derket û hêza reforma demokratîk ji dest wê hate derxistin. Şoreşa Sûriyê ku destpêkê aştiyane bû, veguherî şerekî çekdarî di navbera hêza leşkerî û ewlehî ya ku parastina rejîmê dike û hêza îslamî ya ku hewl dide sîstemeke dijberî wê ava bike. Şerê ku li Sûriyê rû dide, tê de berjewendiyên gelê Sûriyê esas nayên girtin û her du alî berjewendiyên gelê Sûriyê temsîl nakin."

Wetfê wiha pê de çû: "Pêvajoya duyemîn a aloziya Sûriyê, destwerdana hêzên herêmî û navdewletî ye. Di vê pêvajoyê de hêzên herêmî û navdewletî mudaxeleya Sûriyê kir da ku her du aliyên nakok ên Sûriyê tune bikin û biryara leşkerî û siyasî ya çarenûsa Sûriyê bixe destê xwe. Bi vê wateyê çareseriya ku diviyabû pêk bihata, hibijartina xeta mîna ya Tûnis an jî Misrê bûya, diviyabû ku hêza rejîmê hebûya da ku daxwazên gel pêk bianiyana û li ser çareseriyeke navîn ku her du alî qebûl bikin, li hev bikirana."

Wetfê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku rejîm berjewendiyên xwe di çareseriya Sûriyê de nabîne, ji ber ku çareseriya siyasî dê sîstema di hundirê welat de biguhere û wiha pê de çû: "Ruxmî hewldanên gelê Sûriyê ji bo peydakirina çareseriya siyasî, lê hêza wê ya birêxistinbûnê û diyarkirina rêbazên çareseriya aştiyane û dûrketina ji xeta çekdarî tune bûne. Dema ku serhildana xwe ya guhertinê dest pê kir, nedikarî armancên xwe pêk bîne."

Wetfê bal kişand ser ku di pêvajoya duyemîn de şer di navbera du aliyên leşkerî, tundraw û desthiltdar de bû û berjewendiyên wan di çarçeseriya siyasî de tune bûn û wiha got: "Her aliyek berjewendiyên xwe di serkeftina leşkerî de didît, ji ber wê yekê hêza gihîştina ber bi çareseriya siyasî ve tune bû. Di hevdîtina Cinêvê de nûnerên opozîsyonê yên îtîlafê û rejîmê amade bûn, lê dîsa jî bê encam bû û tu çareseriya siyasî pêk nehat."

Wetfê diyar kir ku pêvajoya niha ya sêyemîn aloziya Sûriyê kûrtir kir û wiha got: "Di vê pêvajoyê de biryar ji destê gelê Sûriyê çi opozîsyon be û çi jî rejîm be, derket. Civaka Sûriyê û dewleta Sûriyê nikare pêşeroja xwe xêz bike, em di pêvajoya xêzkirina pêşeroja welatê xwe ne, yanî çareseriyeke demokratîk û guhertina rejîmê ne ji berjewendiyên derve ye, lê berjewendiyên xwe di sîstema siyasî de ku karibe Sûriyê di nav xwe de parve bikin, dibînin."

Heke hêzên niştîmanî nebin yek, çareseriya siyasî ne pêkan e

Li ser civînên ku bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê hatine lidarxistin û bi ser neketin, Ziyad Wetfê wiha axivî: "Dewletên garantor; Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo mijara dosyaya Sûriyê li hev dicivin, lê gelê Sûriyê di civînan de nayê beşdarkirin, gelê Sûriyê jî li benda biryara wan e da ku nas bikin bê çi gavê bavêjin, ti hêviyê çareseriya siyasî ku bikeve xizmeta gelê Sûriyê nîn in. Heger hêzên opozîsyona niştîmanî ya demokratîk nêzî hev dû nebin  û nebin yek çareseriya siyasî ne pêkan e."

Çareserî li cem Rêveberiya Xweser û opozîsyona hundirîn e

Wetfê di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û opozîsyona hundirîn bi çareseriya siyasî bawer in û derfeta herî mezin a diyalog û xêzkirina pêşeroja Sûriyê û çareserî, li gel wan e.

Endamê Buroya Rêveber a Tevgera Veguherînê ya Demokratîk (Heyet El-Tensîq) Ziyad Wetfê axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Ez dibînin ku Rêveberiya Xweser û opozîsyona hundirîn dikarin çareseriya niştîmanî pêk bînin û biryarê dîsa li gelê Sûriyê vegerînin."

ANHA