Recayî Feyêd: Sedema aloziya di navbera Tirkiye û Misrê de timayên Tirkiyê yên li herêmê ne

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misrî Recayî Feyêd got sedema aloziya di navbera Tirkiye û Misrê de siyasetên Tirkiyê yên çewt ên li herêmê ne. Her wiha bal kişand ser ku rejîma Tirkiyê dixwaze xewna Osmanî vejîne û ji bo pêkanîna wê, piştgiriya komên radîkal ên qedexekirî dike mîna DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê û li Misrê mîna Birayên Misilman.

Recayî Feyêd: Sedema aloziya di navbera Tirkiye û Misrê de timayên Tirkiyê yên li herêmê ne
1 adar, 2019   07:07

EBDULSELAM KERMAN / KOBANÊ

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misrî Recayî Feyêd di hevpeyvîneke li gel ajansa me de sedema aloziya di navbera Tirkiye û Misrê de spart siyasetên Tirkiyê yên çewt ên li herêmê.

Ji destpêka ku Erdogan koma Birayên Misilman (Îxwan) kir hemêza xwe, piştî derbeya leşkerî ya serokê Misrê El-Sîsî li ser Birayên Misilman û girtina serokê Misrê yê berê Mihemed El-Mursî da ku li gorî destûrê were dadgehkirin, alozî di navbera her du dewletan de derket.

Ev alozî piştî ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û wezîrê wî yê derve bi daxuyaniyên tund êrîşî hempîşeyê xwe yê Misrî kir, kûrttir bû. Ji aliyê xwe ve Misrê bersiva wan daxuyaniyan da.

Feyêd rastiya têkiliya Tirkiyê bi komên radîkal û belavkirina tevliheviyê di dewletên din de bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tekez kir. Feyêd destnîşan kir ku Tirkiyê bi hinceta şerê terorê û parastina ewlehiya xwe tevliheviyê li herêmê belav dike.

Feyêd wiha bersiva pirsa hebûna derfeta pêşxistina têkiliyên Kurdî-Misrî li ser asta dîplomasî da: "Siyaset berjewendî ye. Her du alî ji mudaxaleyên Tirkiyê yên nerewa di kar û barên her du aliyan de ne razî ne û berdêla terorê didin."

Feyêd destnîşan kir ku divê civaka navdewletî gelê Kurd bi tenê nehêle, ji ber ku wî bi lehengî şerê DAIŞ`ê kiriye û cîhan ji terorê xilas kir. Feyêd pêwîstiya têghîştina cîhanê ji doza Kurd li Sûriyê tekez kir ku û wiha got: "Kurd beşeke sereke ya Sûriyê ne. Ew naxwazin ji Sûriyê qut  bibin û projeya wan rewa ye û ne li dijî kesekî ye."

Feyêd tekez kir ku divê Kurd li ser asta dîplomasiyê bi tevahiya dewletên cîhanê re têkiliyan ava bikin û ji wan re rewabûna projeya ku ji bo wê têkoşînê dikin, îsbat bikin. Di vî warî de divê pişta xwe bidin xwe û hêzên xwe yên xweser.

Di dawiyê de serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirî Recayî Feyêd wiha got: "Rûsya û Tirkiye ji bo serweriya Asyaya Navîn, herêma Belqan û Rojhilata Navîn bi hev re nakok in. Divê em dost û dijminên xwe nas bikin û rê li pêşiya Tirkiyê bigirin da ku xewn û timayên wê li herêmê têk biçin."

(şx)

ANHA