Jina êzidî piştî 5 salan bi birayê xwe re axivî

Jina êzidî ya ku DAIŞ’ê revandibû û QSD’ê ew ji destê çeteyan rizgar kir, piştî 5 salan bi birayê xwe re axivî.

Jina êzidî piştî 5 salan bi birayê xwe re axivî
28 sibat, 2019   12:30

HESEKÊ

Şervanên QSD`ê di qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de ku li Baxozê dabû destpêkirin, rizgarkirina sivîlan dewam dike. Di nava kesên hatin rizgarkirin de bi sedan jinên êzidî yên ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de revandibûn, hene.

Yek ji jinên êzidî ku ji lepên DAIŞ’ê hat rizgarkirin jî Caniya Ilyas Xelef e. Piştî ku Caniya hat rizgarkirin, gihaşt kampa Holê.

Ajansa me dîmene kêliya dema ku Caniya gihaşt kampê û bi telefonê li gel birayê xwe axivî, kişand. Di dîmenê de diyar dibe ku Caniya çend êş û zehmetiyên wê û 3 zarokên wê kişandine, ji birayê xwe re dibêje.

Caniya dixwaze di demeke nêzîk de malbata xwe bibîne.

Dîmen: Ehmed Mihemed – Nesrîn Elî

(bx/bm)

ANHA