QSD: Me 24 şervanên xwe rizgar kirin

QSD`ê destnîşan kir ku wan 24 şervanên xwe ku DAIŞ’ê dîl girtibûn, rizgar kirin.

QSD: Me 24 şervanên xwe rizgar kirin
28 sibat, 2019   11:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku wan 24 şervanên xwe yên ku DAIŞ’ê dîl girtibûn, rizgar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Rizgarkirina sivîlan di berîkên dawîn ên DAIŞ’ê li Baxozê de dewam dike. Di vê çarçoveyê de, hêzên me ji bo ewlehiya sivîlan û bi exlaq nêzîkbûnê, çalakiyên şerê rasterast bi terorê re rawestand da ku sivîl nekevin xetereyê.

Hêzên me bi hezaran sivîl û şervanên me yên ku ji aliyê terorê ve hatin revandin, rizgar kirin. Me rêyeke ewle ji sivîlan re vekir û me 24 şervanên xwe ji terorê rizgar kirin."

(jo/bm)

ANHA