QSD`ê ji bo mirovahiyê têdikoşe… bi wêne û dîmen

Wêne û dîmenên ku ji gundewarên Dêrazorê hatine kişandin, anku dema derxistina bi hezaran sivîl û malbatên çeteyên ji gundê Baxoza Jorîn, exlaq û rihê mirovahî yê li gel şervanên QSD‘ê diyar dike. Ev wêne û dîmen didin diyarkirin ku zû yan dereng be dê mirovahî bi ser bikeve.

QSD`ê ji bo mirovahiyê têdikoşe… bi wêne û dîmen
QSD`ê ji bo mirovahiyê têdikoşe… bi wêne û dîmen
QSD`ê ji bo mirovahiyê têdikoşe… bi wêne û dîmen
QSD`ê ji bo mirovahiyê têdikoşe… bi wêne û dîmen
QSD`ê ji bo mirovahiyê têdikoşe… bi wêne û dîmen
QSD`ê ji bo mirovahiyê têdikoşe… bi wêne û dîmen
QSD`ê ji bo mirovahiyê têdikoşe… bi wêne û dîmen
QSD`ê ji bo mirovahiyê têdikoşe… bi wêne û dîmen
QSD`ê ji bo mirovahiyê têdikoşe… bi wêne û dîmen
QSD`ê ji bo mirovahiyê têdikoşe… bi wêne û dîmen
28 sibat, 2019   07:19

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Qonaxa dawîn a Şerê Tunekirina Terorê li baregeha dawîn a di destê DAIŞ‘ê de li gundê Baxozê didome. Çeteyên DAIŞ‘ê ku li vir ji aliyê şervanan ve hatin dorpêçkirin, sivîlan; jin û zarokan wek mertalên zindî bi kar tînin da ku xwe ji derbeyên QSD‘ê biparêzin. Ji ber vê yekê şervanên QSD‘ê pêngava xwe bi hişyarî û baldarî bi rê ve dibin û bi rêya tîmên taybet sivîlan ji gund derdixin û dibin cihên ewle.

Di rojên dawîn de, tîmên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hezaran sivîl, di nav de malbatên çeteyan ên xwe radest kirin, bi rêya kamyonan ji gund derxistin û birin kampa Holê ya kantona Hesekê û pêwîstiyên wan bi cih anîn.

Tişta balkêş di pêngava rizgarkirina sivîlan de ku derket pêş, exlaq û fedakariya şervanên QSD‘ê ye. Bi taybet şervanên tîmên taybet ku rojane ji bo rizgarkirina sivîlan û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê jiyana xwe didin ber xetereyê. Hin ji wan di oxira rizgarkirina sivîlan de gihîştin şehadetê. Li aliyekî din jî hezkirina mirovahiyê ya li gel şervanên QSD‘ê diyar bibe.

Şervanên QSD‘ê sivîlan digihînin herêmên rizgarkirî û alîkariyê didin malbatên ku piraniya wan jin û zarok in, hin şervan zarok û nexweşan radikin heta wan digihînin deverên ewle û hinek din jî barê giran ê jinan radikin û li aliyekî din jî xwarin û vexwarinê pêşkêşî wan dikin.

Di vir de, ferqa di navbera exlaqê şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de tîne bîra mirov. Çeteyên DAIŞ‘ê li deverên ku dagir kiribûn, sûcên herî hovane der heqê mirovahiyê de pêk dianîn. Zarok, jin, kal û pîr direvandin û dikuştin û di demên xwe yên dawîn de jî li Baxozê 50 jinên êzidî ser jê kirin.

Di wêne û dîmenan de ku nûçegihanê me Diyar Ehmo ji eniyên pêş kişandine, cudahiya mezin a di navbera şervanên ku ji bo mirovahî, azadî û aştiyê têk dikoşin û çeteyên ku mirovahiyê dikujin de, eşkere dibe.

Ev wêne û dîmen wateya serkeftina heqiyê li hemberî bêheqiyê, serkeftina başiyê li hemberî nebaşiyê rave dike. Her wiha eşqa mirovahiyê ya li gel şervanên YPJ, YPG û QSD‘ê diyar dibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ‘ê di salên dawîn de firehiyeke mezin ji Sûriyê û Iraqê dagir kiribû, lê va ye îro di nava du kolanên gundê Baxoza Jorîn de tengav bûne. Ya ku hiştiye pêngav heta niha dereng bimîne, ew e ku şervanên QSD‘ê rizgarkirina sivîlan kiriye armanca xwe ya sereke ku niha çete wan ji bo parastina xwe wek mertalên zindî bi kar tînin.

ANHA