Îlham Ehmed: Tirkiye ji DAIŞ’ê xetertir e

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehemd ji Rojnameya The Daily Telegraph ya Britanî re axivî û wiha got: “Xeteriya herî mezin ku gelên herêmê pê re rû bi rû ye, dewleta Tirk e. Ew ji DAIŞ'ê xerbatir e. Lewma dewleta Tirk a endamê NATO'yê ye niha dixwaze bi çek û desteka welatên cîhanî herêma me dagir bike.”

Îlham Ehmed: Tirkiye ji DAIŞ’ê xetertir e
25 sibat, 2019   14:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Îlham Ehemd ji bo balê bişikîne ser encamên dagirkeriya Tirkiyê ya li Sûriyê li Emerîka û welatên Ewrûpayê rêzehevdîtin li gel aliyên pêwendîdar pêk anî.

Îlham Ehmed  hevdîtinên xwe yên li Birîtanyayê dewam dike.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehemd ji Rojnameya The Daily Telegraph ya Britanî re axivî. Îlham diyar kir ku gelê Kurd û pêkhateyên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkbirina terora DAIŞ'ê berdêlên giran dane.

Îlham welatên cîhanê hişyar kir ku metrisiya dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide êrişî gelên Sûriyê bike, ji ya DAIŞ'ê mezintir e.

Îlham axaftinên xwe wiha berdewam kir: “Dema em hewldanên Emerîka, welatên Ewrûpa û têkoşîna gelê me ya li dijî DAIŞ'ê bînin beramberê hev, em ê bibînin ku ferqek mezin heye. Pêkhateyên Kurd, Ereb û Xirstiyanên li herêma me ji bo têkbirina DAIŞ'ê berdêlên gelek giran dane. Tevî vê yekê jî serkeftina QSD'ê li dijî DAIŞ'ê bi qasî tê xwestin neketiye rojeva cîhanê.”

‘Tirkiye dixwaze bi piştgiriya Emerîka û welatên Ewrûpayê herêma me dagir bike’

Îlham Ehmed têkildarî pêvajoya piştî DAIŞ'ê û gefên dewleta Tirk jî ev nirxandin kirin: “Xeteriya herî mezin ku gelên herêmê pê re rû bi rû ye, dewleta Tirk e. Ew ji DAIŞ'ê xerbatir e. Lewma dewleta Tirk a endamê NATO'yê ye niha dixwaze bi çek û desteka welatên cîhanî herêma me dagir bike. Bi destûra Emerîka, Rûsya û welatên Ewrûpayê hewl dide destkeftiyên me ji holê rake.”

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê bang li rêveberiya Îngiltereyê kir da ku li ser asta Neteweyên Yekbûyî li pêş êrîş û gefên dewleta Tirk bikeve nava liv û tevgerê.

(bm)