16 rêxistinên jinan bang li gelên cîhanê kir: Daxwaza Leyla Guven bi cih bînin

16 rêxistinên jinan û jinên ku cihê xwe di partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de digirin, bang li hemû jinên azadîxwaz û gelên cîhanê, NY, hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku daxwaza Leyla Guven û têkoşerên ku ji bo Ocalan ketine greva birçîbûnê, bi cih bînin.

16 rêxistinên jinan bang li gelên cîhanê kir: Daxwaza Leyla Guven bi cih bînin
16 rêxistinên jinan bang li gelên cîhanê kir: Daxwaza Leyla Guven bi cih bînin
16 rêxistinên jinan bang li gelên cîhanê kir: Daxwaza Leyla Guven bi cih bînin
16 rêxistinên jinan bang li gelên cîhanê kir: Daxwaza Leyla Guven bi cih bînin
16 rêxistinên jinan bang li gelên cîhanê kir: Daxwaza Leyla Guven bi cih bînin
25 sibat, 2019   13:42

QAMIŞLO

Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a li bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven ku ev 110 roj e ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçêbûnê, çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de, 16 rêxistinên jinan û jinên partiyên siyasî amade bûn. Rêxistinên jinan û jinên partiyan ên ku tev  lê bûne, ev in: PYD, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya El-Wîfaq a Kurd a Sûriyê, Partiya Biratiyê ya Kurdistanî, Partiya Kesk a Kurdistanî, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Şîdeta li dijî Jinan, Rêxistina Mafên Mirovan, Desteya Niştîmanî ya Erebî, Teyar El-Musteqbel a Kurdistanî, Yekitiya Jinên Kurdistanî, Meclisa Jinan a Sûriyê, Kongreya Star û jinên rêxistinên civaka sivîl ên bajarê Qamişlo.

Di çalakiyê de 16 daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de, rola jinan di şoreşan de, hate bibîrxistin û hate gotin ku jin bingeha civaka azad in û piştî ku felsefeya Ocalan a rizgarkirina jinan nas kirin, ew zêdetir zane bûn.

Çalakvanan di daxuyaniyên xwe de bal kişand ser têkoşîna Leyla Guven û ev tişt got: "Têkoşer Leyla Guven bi çalakiya xwe wekî jineke têkoşer û berxwedêr derket holê. Berxwedana Leyla Guven ku ji 7`ê Mijdara 2018`an ve hate destpêkirin, ji bo binpêkirinên zagonên navneteweyî der heqê girtiyên siyasî û di serî de der heqê rêber Ocalan de ku li zindana Îmraliyê hate girtin û piştre hemleya greva birçîbûnê li zindanên Tirkiyê, Ewropa û Başûr ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatiye destpêkirin, ji bo tevahiya jinan û tevahiya cîhanê serbilindiyek e.”

Çalakvanan di daxuyaniyên xwe de bang li li hemû jinên azadîxwaz û gelên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku daxwaza Leyla Guven û hevalên ku ji bo Ocalan ketine greva birçîbûnê, bi cih bînin û helwestekê der barê tecrîda li ser Ocalan de diyar bikin.

Di dawiya çalakiyê de, hemû jinan soza têkoşîna li ser rêya Leyla Guven da.

(kc)

ANHA