ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.02.2019
25 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Meclisa Rêveber bi komîteya ku ji bo mijara sotemeniyê re ya ku 5‘ê Sibatê hatibû avakirin dicive. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Efrîniyên li Şehbayê soza berxwedana dûbare kirin û gotin çavê wan li vegera Efrînê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di dema ku warê çandiniyê li Kantona Şehabyê pêş dikeve de û êdî şênî mîna berê karê xwe berdewam dikin, çeteyên girêdayî Tirkiyê yên ku herêmên nêzî kantonê dagir kirine, ewlehiya şêniyan binpê dikin û hewl didin qûta wan qut bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Buroya Alîkariyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe di warê nirxandina rewşa malbatan û jimartan malan li bajarê Reqayê de didomîne. Buroyê bi armanca hêsankirina xebatên rêxistinan, kêmkirina hejmara giliyên ku şêniyan girêdayî prosesa belavkirina alîkariyan bi vê xebatê radibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tîmên Taybet ên QSD‘ê di çend rojên dawî de bi hezaran sivîl û hin malbatên çeteyan ji gundê Baxozê derxistin. Gelo niha li Baxozê mane kî ne û çi dixwazin?. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Çeteyê bi navê Ebrar Mihemed ji welatiyên Swêdê ye û li herêma Hecînê xwe radestî QSD`ê kir. Ebrar Mihemed ji ajansa me re têkiliyên Artêşa Azad û DAIŞ`ê her wiha têkiliyên Tirkiye û DAIŞ`ê eşkere kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jin a Minbicê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe yên 8‘ê Adarê eşkere dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinên Sûriyê ji bo destekdayîna bi Leyla Guven mîtîngekê li pêşiya avahiya Komîseriya Penaberan a NY ya bajarê Qamişlo li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevrêyên şervan, bi hev re rêya têkoşînê ji Navenda Çand û Hunerê ya Şêxmeqsûd destpê kirin û ji kesên yekemîn bûn ku tev li koma stranê bûne. Herveyên ku em behsa wan dikin ji bo parastina taxa xwe çek rakirin û bi dengên xwe yên zîz eniyên şer gûr kirin heta ku tev li Berxwedana Serdemê bûn û di Sibata 2018`an de gihaştin asta şehadetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi armanca pêşxitina jinan bi taybet di aliyê çand, huner û wêje de ku karibe bendên paşverû ku li ser wê hatine ferzkirin bişkîne, çaremîn Mîhrecana Wêje û Hunera Jin di demeke nêzî de li bajarê Qamişlo lidar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Herêma Reqayê zêdeyî 4 hezar û 125 malbatên koçber hembêz kiriye. Koçber li 27 kampan hatine belavkirin û şert û mercên zehmet û kêmderfetan  dijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi hezaran şêniyên navçeya Til Hemîsê û gundewarê wê, sewlkar û bazirgan berê xwe didin sûka pez a navçeyê. Di sûkê de dikanên firotina êm, madeyên xwarinê, sebze, goşt, cilên balê û iyadetên beyterî hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA