Ji Desteya Tenduristiyê biryar û plansazî

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistinên tenduristiyê re civiya û plansaziya dema pêş diyar kir.

Ji Desteya Tenduristiyê biryar û plansazî
24 sibat, 2019   16:34

GIRÊ SPÎ

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina warê tenduristiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derxistina plansaziya dema pêş, bi rêxistinên tendurisityê re yên li herêmê kar dike civiya. Civîn li avahiya Desteyan a navçeya Eyn Îsayê hate lidarxistin.

Hevserokên Desteya Tenduristiyê, Buroya Geşkirin û Karûbûrên Mirovî, nûnerên komîteyên tenduritiyê yên her hefet rêveberiyên xweser û meclisên sivîl û rêxistin tenduristiyê di civînê de amade bûn. Di civînê de rewşa tenduristiyê û kêmasiyên ku derdikevin û rêbazên çareserkirinê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de, her wiha mekanîzmeya koordînekirina kar di navbera rêxistin û desteyên tenduristiyê de hate nîqaşkirin.

Di pêşniyarên ku di civînê de derketin, pêwîste hemû xebatkarên tenduristiyê li gel Desteya Tenduristiyê were qeydkirin, her wiha tu bawernameyên tenduristiyê nayên qebûlkirin, bêyî ku desteya navborî erê bike. Kedkarên tenduristiyê bi hevkariya Desteya Karûbarên Civakî li gorî şertên desteyê diyar dike werin şûxulandin, nabe tu kes bê serûber ji aliyê rêxistinan ve werin xebitandin.

Desteya Tenduristiyê ji bo demên pêş gelek proje danîne pêşiya xwe ji wan: Vekirina navendên şewatê li nexweşxaneyan, peydakirina derman ji bo nexweşiyên giran wekî kanser, vekirina navendên dermankirina wêranê û laşmanyayê.

Hêjaye bi bîr xistinê ye ku 20 rêxistinên têkildarî tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin.

ANHA