Şaredariyên Tirbespiyê ji bo 8‘ê Adarê pêngava paqijkirinê da destpêkirin

Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê ya navendî bi hevkariya şaredariyên girêdayî wê ji bo 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pêngava paqijkirinê da destpêkirin.

Şaredariyên Tirbespiyê ji bo 8‘ê Adarê pêngava paqijkirinê da destpêkirin
23 sibat, 2019   19:03

QAMIŞLO

Pêngava paqijkirinê ji pêşiya Şaredariya Tirbespiyê hete kolanên sereke yên navçeyê, rêya giştî ya di navbera Tirbespiyê û Qamişlo heta Şaredariya Hilwa de pêk hat û dê di rojan dewam bike.

Hevseroka Şaredariya Tirbespiyê Sûad El-Hisên diyar kir ku pêngav dê 2 rojan dewam bike û tevahî navçe were paqijkirin.

Sûad anî ziman ku pêngav ji bo pêşwazîkirina 8‘ê Adarê hatiye lidarxistin û bang li welatiyan kir ku bi wan re bibin alîkar.

Girêdayê Şaredariya Navendî ya navçeya Tirbespiyê şardariyên "Maşûq, Hilwe, Ebû Firai û Til Marûf".

ANHA