Li Reqayê panela 8‘ê Adarê

Bi wesîleya 8‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Rêveberiya Jin a Reqayê panelek li dar xist. Endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî panelê bûn.

Li Reqayê panela 8‘ê Adarê
23 sibat, 2019   18:58

REQA

Rêveberiya Jin a Reqayê bi dirûşmeya "Bi berxwedana jin jiyan geş dibe û teror têk diçe" panelek li ser danasîna Roja Jinan a Cîhanî 8‘ê Adarê li dar xist. Endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî panelê bûn.

Panel bi deqeya rêzgirtinê destpê kir, paşê Rêvebira Rêveberiya Jin a Reqayê Meryem El-Ebo dîroka ragihandina 8‘ê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanî bi bîr xist û got: "Di sala 1856 bi hezaran jin li bajarê New Yorkê li dijî bê heqî û bê mafiyê derketin qadan, lê polîstan bi awayekî hovane mudaxeleya meşê kirin. Ji ber vê yekê siyasetmendaran pirsgirêka jinên kedkar xistina lîsteya xebata xwe yên rojane. 8‘ê Adara 1908‘an dîsa bi hezaran jinên kedkar li New Yorkê daketin qadan û parçeyek nanê hişk û gul bi xwe re girtibûn.

Di meşê de jinan banga kêmkirina saetên kar û rawestandina xebitandina zarokan û mafê jinan ê dengdan kirin. Li ser vê yekê ev roj wekî Roja Jinan Cîhanî hate ragihandin."

Meryem, bal kişand ser rola jinên Sûriyê û got: "Jinên Sûriyê ji berê ve di her qadên jiyanî de pêşengtiyê dikin, destana Eştar û Zenûbyayê mînakên vê yekê ne. Bi destpêka şoreşê ve jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di her qadan de serkêşiya civakê kirin û li hemberî DAIŞ çek rakirin û destanên qehremaniyê nîşandan. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak, berxwedana Avesta û Barîn mînaka vê yekê ye."

Meryam El-Ebdo di dawiya axaftina xwe de 8‘ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.

Panel bi nîqaşan li ser rola jin di rêveberin û pêşengtiya civakê bi dawî bû.

ANHA