Şêniyên Tirbespiyê şehîdên xwe bi bîranîn

Şehîdên navçeya Tirbespiyê yên Kanûn, Çile û Sibat ku li deverên cûda şehîd bibûn hatin bi bîranîn.

Şêniyên Tirbespiyê şehîdên xwe bi bîranîn
Şêniyên Tirbespiyê şehîdên xwe bi bîranîn
Şêniyên Tirbespiyê şehîdên xwe bi bîranîn
Şêniyên Tirbespiyê şehîdên xwe bi bîranîn
23 sibat, 2019   17:33

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo 59 şehîdên navçeya Tirbespiyê yên Kanûn, Çile û Sibatê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur hate lidarxistin.

Bîranîn bi deqeya rêzgirtin û tûrana leşkerî destpê kir. Paşê rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm, rêveberê PYD‘ê Fesîh Hisên û ji fermandarên Hêzên Asayîşa Tirbespiyê Botan Kobanê axivî.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin ku serkeftinên heyî berhemên xwîna şehîdan e.

Kesên axivîn, teqez kirin ku armanca gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa gelan a azadî û wekheviyê bitefîne. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û silavkirina malbatên şehîdan bi dawî bû.

ANHA