Îro 11 cenaze ji gora komî ya Fexîxê hatin derxistin

Tîmên destwerdana destpêkê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê derxistina cenazeyan ji gorên komî yên li Reqayê didomîne. Tîmê 159 cenazeyên din ji gora komî ya Fexîxê derxist.

Îro 11 cenaze ji gora komî ya Fexîxê hatin derxistin
Îro 11 cenaze ji gora komî ya Fexîxê hatin derxistin
Îro 11 cenaze ji gora komî ya Fexîxê hatin derxistin
Îro 11 cenaze ji gora komî ya Fexîxê hatin derxistin
23 sibat, 2019   14:09

REQA

Tîmên destwerdana destpêkê îro 11 cenaze ji bajarê Reqayê rakirin,  9 cenaze ji wan li gora komî ku di demên dawî de li gundê Fexîxê başûrê bajarê herêma Şemiyê hatin derxistin. Nasnameyên 2 cenazeyan hatin naskirin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên mayî li gora Til Bîa hatin veşartin, hejmara cenazyên ku ji wan goran hatin rakirin 159 caneze ne. Her wiha tîma destwerdana destpêkê cenazeyê jin û mêrek li taxa Idxar navena bajarê Reqayê hatin rakirin.

Berpirsê Tîma destwerdana destpêkê di Meclisa Sivîl a Reqayê Yasir El-Xemîs wiha got: "Heta niha ji gora komî ya Fexîxê 159 cenaze hatine derxistin.”

Yasir wiha got:"Her beşeke ji gora Fexîxê şeklê wê heye, beşek ji çekdaran re û beşek ji sivîlan re, hejmara cenazeyan gihaşt 159 ji çekdaran, zarok, jin û hin ji wan nasnameyên nayên naskirin".

Yasir destnîşan kir ku 4 cihên ku hatin dîtin ev in, taxa El-Bedo, cihek li rojhilatê taxa Penorama, cihek li taxa Rimêla û cihek li rojavayê çerxereya Cezre, tîmên destwerdana destpêkê li hemû beşan belav in û xebata li wir didome. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tîmê meha çûyî 3 hezar û 310 cenaze ji gora taxa Penorama rakirin e, şêniyan 550 ji wan naskirin û radestî malbatên wan kirin e. Di nav de 850 cenaze yên çeteyên DAIŞ`ê bûn û hezar 910 cenaze mane ku nasnameyên wan nayên naskirin.

(jo/bm)

ANHA