Salih Muslim nivîsî: Tirkiye, çareseriya Sûriyê û pirsgirêka Kurd

Berdevkê PYD’ê Salih Muslim, li ser nêzîkatiya dîrokî ya Tirkiyê ji bo pirsgirêka Kurd û rola Tirkiyê di aloziya Sûriyê de nivîsek ji rojnameya Şerq El-Ewset re nivîsî.

Salih Muslim nivîsî: Tirkiye, çareseriya Sûriyê û pirsgirêka Kurd
23 sibat, 2019   14:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsa Salih Muslim bi sernavê ‘Tirkiye, çareseriya Sûriyê û pirsgirêka Kurd’ di rojnameya Şerq El-Ewset de hate weşandin. Muslim di nivîsa xwe de destwerdanên Tirkiyê yên ji destpêka aloziya Sûriyê, rastiyên li piştperdeyê û dijminahiya Tirkiyê ji Kurdan re nirxandin.

Salih Muslim di nivîsa xwe de wiha got: “Planên taybet ên Tirkiyê ji bo Sûriyê hebûn. Tirkiyê dixwest Birayên Misilman (Îxwan) li Sûriyê bibin otorîte. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglu di destpêka aloziya Sûriyê de ev yek ji Beşar Esed re got.”

Şertê ku bi Kurdan re hevkarî çênebe

Muslim der barê destwerdanên Tirkiyê ji bo Sûriyê de ev tişt got: “Dema ku serokê Sûriyê ev yek red kir, siyasetmedar, hêzên leşkerî û heta rêxistinên sivîl ên Tirkiyê berê xwe da muxalefeta Sûriyê. Tirkiyê deriyê navendên perwerde û kampan ji muxalîfên Sûriyê re vekir û alîkariya leşkerî da muxalîfan. Bi van hemûyan, şertê ku Esed bi Kurdan re hevkariyê neke da pêşiya Esed.”

Muslim nivîsa xwe wiha berdewam kir: “Di destpêkê de Tirkiyê komên wekî Nusra, Tugayên Tewhîd û Birayên Misilman li dijî Kurdan tijî kirin. Kurdan bi tundî li ber xwe da. Piştre Tirkiyê xwest Kurdan jî bixe nava muxalefeta leşkerî û siyasî.”

Talîmatên Tirkiyê ji bo muxalefetê

Salih Miuslim diyar kir ku bi têkoşîna Kurdan li Sûriyê û destkeftiyên qezenc kirin re, rûyê rast ê Tirkiyê derket holê û wiha pê de çû: “Kurdan ji muxalefeta Sûriyê re şertê ‘eger Sûriyeyeke demokratîk ava bikin, divê hebûna Kurdan jî qebûl bikin û çareseriyekê ji pirsgirêka Kurd re bixin nava programa xwe’ danî. Lê muxalefetê bi fermanên Tirkiyê ev red kir. Wê demê Tirkiyê berê DAIŞ’ê da herêmên Kurdan û xwest Kurdan bi destê DAIŞ’ê tune bike. Dema ku DAIŞ li Kobanê bi bin ket, maskê Tirkiyê ket xwarê.”

Salih Muslim di dawiya nivîsa xwe de diyar kir ku di dîroka Tirkiyê de her tim tunekirina Kurdên ku li dijî kurdbûnê şer nakin heye û wiha got: “Dijminahiya Tirkiyê li dijî Kurdan heye anku fobiya Tirkiyê ji bo Kurdan heye.”

(bm)