Trajediyeke din a kiryarên DAIŞ`ê

Şêniya bi navê Wesfiye El-Hacî di şevekê de ji ber mayineke çeteyên DAIŞ`ê, keça wê jiyana xwe ji dest dide, lingekî wê û lingekî hevjînê wê qut dibe û keça wê ya din jî birîndar dibe.

Trajediyeke din a kiryarên DAIŞ`ê
Trajediyeke din a kiryarên DAIŞ`ê
Trajediyeke din a kiryarên DAIŞ`ê
Trajediyeke din a kiryarên DAIŞ`ê
23 sibat, 2019   08:12

FÎDAN EBDULLAH / ŞEHBA

Ji ber şerê li Sûriyê rû dide, bi milyonan kes koçber bûn û malên wan wêran bûn. Herî zêde jin bûn mexdûr û qurbaniyên şer. Bi taybet li herêmên ku çeteyên DAIŞ`ê dagir kiribûn, kiryarên dermirovî li ser jinan dihatin ferzkirin.

Şêniya bi navê Wesfiyê El-Hacî (35) jî yek ji wan jinan e. Wesfiye ji navçeya Fafîn a kantona Şehbayê ye. Ev 10 sal e Wesfiye zewiciye û 2 zarokên wê hene. Wekî her şêniyeke Sûriyê beriya dagirkeriya DAIŞ’ê jiyaneke xweş a Wesfiyê hebû.

Wesfiye dibêje bi êrîşên çeteyên DAIŞ`ê û komên din ên terorîst re jiyana wan bû dojeh. Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2015’an de êrîşî gundê wan ê bi navê Wehşiye yê Şehbayê kir û gundê wan dagir kir. Çeteyan zext li wan dikir da ku cilên reş li xwe bikin, nedihiştin jin ji malan derkevin û her tim di bin metirsiya DAIŞ’ê de dijiyan.

Her wiha tevî hemû zext û zehmetiyên ku çeteyên DAIŞ`ê ji jinan re derdixistin, trajediya Wesfiyê ji wê mezintir bû. Di şevekê de çeteyên DAIŞ`ê êrîşî mala wê kir, ew neçar kirin ku ji malên xwe derkevin û wê şevê di nava zeviyan de man.

Wesfiye çîroka xwe ya biêş wiha vedibêje: "Roja din em vegeriyan mala xwe da ku em pereyên xwe bigirin. Pereyên me jî 375 hezar lîreyên Sûriyê bûn. Ez, hevjînê min û her du zarokên xwe bûn. Em li ser motorsîklêtekê bûn. Dema ku em nêzî mala xwe bûn, mayineke ku çeteyan wê şevê çandibû, bi me ve teqiya."

Ev kêlî destpêka zehmetiyan û êşeke nû bû, di encama teqîna mayinê de keça mezin a Wesfiyê ku 9 salî bû, mir. Lingekî Wesfiyê û yekî hevjînê wê qut bûn. Keça wê ya din jî ji rûyê xwe şewitî.

Wesfiyê wiha dewam kir: "Me pir êş kişand, piştî hefteyekê ez rakirim nexweşxaneya bajarê Babê, dema ez rabûm ser xwe, min nezanî çi hatiye serê me, min hişê xwe avêt."

Wesfiyê da zanîn ku dema çeteyên DAIŞ`ê Şehba dagir kiribû, xebatkarên tenduristiyê û nexweşxaneyên ku sivîl derman dikirin, tune bûn û wiha domand: "Em ji nexweşxaneyekê diçûn yeke din û tu sûd tune bû. Min hîs dikir ku min jiyana xwe ji dest daye. Lê piştî herêmên me hatin rizgarkirin, em careke din vegeriyan warê xwe.”

Wesfiye got jiyana wan niha aram e, lê pêwîstiya wan bi dermankirinê û şopandina tenduristiyê heye û wiha qala şopên êşên ji DAIŞ’ê yên mayinê kir: “Lingê min ê qutbûyî diêşe. Pêwîstiya keça min bi emeliyatekê heye, ji ber ku hê jî parçeyên mayinê di laşê wê de hene. Em hêvî dikin ku aliyên peywendîdar ji me re bibin alîkar.”

(jo/bm)

ANHA