Malbatên esîran bi rizgarkirina zarokên xwe kêfxweş in

Malbatên şervanên QSD‘ê yên ku dîl ketibûn destê DAIŞ‘ê û ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hatin rizgarkirin, kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Em bi hêza şervanên xwe bawer in ku dê hemû sivîl û şervanên di destê çeteyan de xilas bikin."

Malbatên esîran bi rizgarkirina zarokên xwe kêfxweş in
23 sibat, 2019   08:19

EMAR EL-XELEF / REQA

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), di çarçoveya qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê, bi hezaran sivîlên ku çeteyan ew wek mertalên zindî bi kar dianîn, rizgar kirin. Her wiha 3 şervanên xwe yên ku li Baxozê hatibûn dîlgirtin, rizgar kirin.

Malbatên şervanên hatin rizgarkirin, kêfxweşiya xwe anî ziman û got ew bi QSD‘ê serbilind in ku soza xwe ya xilaskirina terorê bi cih anî.

Bavê yek ji şervanên QSD’ê yê ku ji destê DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin Hemed El-Qiyas ê ji parêzgeha Humsê, spasiya QSD‘ê kir û wiha got: “Em li bendê ne ku QSD tunekirina DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihîne.”

Dayika şervanê QSD’ê Mihemed Remedan El-Hemûd ku ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin, Xedice Salih jî wiha got: "Em spasiya hêzên xwe dikin ku mizgîniya vegera kurê min da û ew ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û li me vegerand."

Xedîce, dayik û hevjînên şehîdan silav kir û got bi saya ked û fedakariya zarokên wan tevahî Bakurê Sûriyê rizgar bû, zarokên wê bûne meşaleya ronahiyê.

Şêxê eşîra Mûs Zahir, Ayid El-Hadî jî diyar kir ku ew bi Buroya Têkiliyan re dixebitin da ku şervanên xwe yên di dawiya sala 2018‘an de hatibûn esîrkirin, rizgar bikin. El-Hadî wiha got: “Em bi hêza şervanên xwe yên leşkerî bawerin ku dê hemû sivîl û şervanên di destê çeteyan de xilas bikin. Hêzên Sûriya Demokratîk ji hemû pêkhateyên herêmê hatiye avakirin û ji bo hemû pêkhateyan şer dike. Em ji cîhanê re diyar dikin ku Hêzên Sûriya Demokartîk soza xwe bi cih anî."

(bm)

ANHA