Turmp: 400 leşkerên me dê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê  û Tenefê bimînin

Serokê DYA‘yê Donald Trump diyar kir ku dê 400 leşkerên wê li Sûriyê bimînin û li bargeha Tenef û bakurê rojhilatê Sûriyeyê belav bibin.

Turmp: 400 leşkerên me dê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê  û Tenefê bimînin
22 sibat, 2019   21:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê serokê DYA‘ê Donald Trump îro di civîneke çapemeniyê de got, biryara wî ya mayîna hin leşkeran li Sûriyê nayê wateya guhertina biryara ku di kanûnê de daye ye ya derbarê vekişandina hêzên Amerîkayê ku hejmara wan 2 hezar leşker in.

Turmp biryar da ku 400 leşkerên xwe li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bargeha Amerîkayê ya Tenefê ya nêzî sînorê Iraq û Urdinê de bihêle.