Rêveberiya Xweser pirsgirêkên jiyanî nîqaş kirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser pirsgirêkên jiyanî yên welatiyan nîqaşkirin.

Rêveberiya Xweser pirsgirêkên jiyanî nîqaş kirin
Rêveberiya Xweser pirsgirêkên jiyanî nîqaş kirin
Rêveberiya Xweser pirsgirêkên jiyanî nîqaş kirin
Rêveberiya Xweser pirsgirêkên jiyanî nîqaş kirin
21 sibat, 2019   15:41

GIRÊ SPÎ

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê civîna xwe ya yekemîn a der barê "Êşa welatiyan" li avahiya xwe ya navçeya Eyn Îsayê li dar xistin. Hevserokên Rêveberiya Xweser Ferîd Etê û Sîham Qeryo û piraniya endamên meclisê, cîgirên Hevserokatiya Meclisa Rêveber Ferhad Şiblî û Rohilat Arif û endamê Meclisa Serokatî ya MSD‘ê Hesen Mihemed Elî di civînê de amade bûn.

Civîn bi nirxandina rewşa siyasî, têkçûna DAIŞ û pêvajoya piştî tinebûna DAIŞ‘ê û mijara ewlehiya herêmê û gefên Tirkiyê destpêk kir.

Endamê Meclisa Serokatî ya MSD‘ê Hesen Mihemed Elî jî rewşa siyasî şîrove kir.

Beşdaran pirsgirêkên ku li walatiyên rast tên nîqaş kirin.

Ji wan "Kêmbûna desteka çandinî, buhabûna madeyan, astengiyên seferê li deriyê sînor, buhabûna madeyên sotemeniyê, bêkarî, kêmbûna avê û hwd".

Cîgirên Hevserokatiyê Ferhad Şiblî û Rohilat Arif jî diyar kirin  ku ji pirsgirkên ku karê rêveberiyê asteng dikin rêziknameyên hin desteyan heta niha nehatine erêkirin û teqez kirin ku ew ê van pirsgirêkan lêkolîn bikin, her wiha dane zanîn ku komîteyek avakirine da ku li ser mijara madeyên sotemeniyê bisekine, her wiha ji bo pêşwazîkirina hilbirînên zivistanî depo tên amadekirin.

Cîgirên Hevserokatiya Meclisa Rêveber plansaziya xwe ji bo herêmê Dêrazorê, piştî rizgarkirin diyar kir. Ji plansaziyan ji nû ve avakirina binsaziya herêmê, avakirina nexweşxane û navendên tenduristiyê, şandina alîkariyan ji bo şêniyan.

Endamên dîwana Meclisa Gitşî hemû pêşniyar kom kirin da ku di civîna pêş de werin nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de beşdaran li ser vê mijarê gelek civînên werin lidarxistin da ku pirsgirêk werin çareserkirin.

ANHA