Sadkop hewl dide pêwîstiyên şêniyan dabîn bike

Saziya Sadkopê li herêma El-Keramê ya Reqayê mazot li 24 hezar û 232 lître li malbatan û 120 hezar û 453 lître mazot jî li cotkaran belav kir.

Sadkop hewl dide pêwîstiyên şêniyan dabîn bike
Sadkop hewl dide pêwîstiyên şêniyan dabîn bike
Sadkop hewl dide pêwîstiyên şêniyan dabîn bike
21 sibat, 2019   12:33

EHMED EL-ESAF / REQA

Saziya Sadkobê di Hezîrana sala borî de şaxa xwe li herêma El-Keramê ya dikeve rojhilatê Reqayê, vekir. Saziyê 16 ruxset pêşkêşî xwediyên stasyonên sotemeniyê kirin.

Her wiha şaxa Sadkopê li herêma El-Keramê li gorî belgeyên ku ji hêla meclisên herêmî û malên gel ên herêmê ve ji şaxa Satkopê re hatine şandin, mazot li 24 hezar û 232 malbatan belav kiriye. Para her malbatekê 200 lître ye û bi buhayê 11 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ye.

Bi hevkariya komîteyên çandiniyê yên girêdayî malên gel 120 hezar û 453 lître mazot wek destekekê li cotkaran hatin belavkirin. Ji bo sivikkirina barên aborî li ser şêniyan, şaxê Sadkopê yê El-Keramê mazot ji avahiyên pîşeyî, firin, aş û jeneratoran re peyda kirin.

Di heman demê de Sadkopê zêdetirî 6 hezar û 500 cer mehane bi bi buhayê 2 hezar û 700 lîreyên Sûriyê belav kiriye.

Endamê rêveber ê şaxa Sadkopê yê El-Keramê Xelîl El-Ewad diyar kir ku wan bi hevkariya meclisên herêmî û malên gel xebateke hêja meşand û wiha got: “Meclisên herêmî û malên gel serjimariya şêniyan, cotkaran û rûberên zeviyan amade kirin.”

El-Ewad tekez kir ku Sadkop dê di demên pêş de hewl bide plansaziyekê deyne da ku tevahiya pêwîstiyên stasyonên ku ruxset girtine, bîne cih.

(şx/bm)

ANHA