Jinên Tebqayê nameyek ji Leyla Guven re şand

Jinên Tebqayê nameyek ji Leyla Guven re şand ku bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye sembola berxwedanê û piştgiriya xwe jê re nîşan da.

Jinên Tebqayê nameyek ji Leyla Guven re şand
18 sibat, 2019   12:42

TEBQA

Jinên Tebqayê di nameya xwe de ku ji aliyê cîgira Rêveberiya Jinan a kampa Tiwêhiniyê Fatime El-Hemdo ve hate xwendin, silav berxwedana Leyla Guven kir û diyar kir ku berxwedanên şehîd Leyla Qasim, Cemîle Bohîrd, Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan dîrok guherand.

Nameya jinan wiha ye:

"Êşa te kete nava êş û hêviyên jinên li Filistîn û Sûriyê û hemû jinên cîhanê. Ev berxwedan, ne çavan dît û ne jî guhan bihîst. Greva te rihê berxwedanê li cem hemû jinên cîhanê çand û te îsbat kir ku ev berxwedan ne bi rakirina çekê ye û li eniyan rawestandin e, ew di îradeya her jinekê de ku hewl dide azadiya xwe bistîne, derdikeve holê.

Em wek jinên Tebqayê soz didin em ê li ser rêya te bin û têkoşînê bikin da ku her jinekê azad bikin.

Her wiha em bêdenigya cîhanê şermezar dikin û em ê heta dawiyê têkoşînê dewam bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku jinên Tebqayê name bi rêya e-mail têkoşer Leyla Guven re şand.

(jo)

ANHA