Li Hesekê 5 endamên rejîma Sûriyê birîndar bûn

Li bajarê Hesekê piştî ku kesê bi navê Telas Hefiyan bombeyeke destan ber bi hêzên rejîma Sûriyê ve avêt, 5 endamên Emîn Cînayî yên girêdayî rejîmê birîndar bûn.

Li Hesekê 5 endamên rejîma Sûriyê birîndar bûn
18 sibat, 2019   12:28

HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, piştî ku kesê bi navê Tilas Hefiyan li nêzî Dibistana Zihêdî Hena ya li taxa Mesakin bombeyeke destan avêt ber bi hêzên rejîma Sûriyê ve, 5 endamên Emîn Cînayî bi sivikî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên berdest, di navbera Hefiyan û endamên Emin Cînayî de pirsgirêkek hebûye, ji ber wê êrîşî wan kiriye.

Hêzên rejîma Sûriyê kesê bi navê Tilas Hefiyan piştî ku xwest bi re ve, girt. Her wiha kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Loilowa.

(bx)

ANHA