Li Reqayê pirsgirêkên avê tên çareserkirin

Şaredariya Gel a Reqayê dest bi xebatên li ser projeya kanalîzasyonê ya taxa El-Muxtelîta ya bi dirêjiya 600 metre kir. Her wiha ekîbên sererastkirinê li taxa Rimêla dixebitin.

Li Reqayê pirsgirêkên avê tên çareserkirin
Li Reqayê pirsgirêkên avê tên çareserkirin
Li Reqayê pirsgirêkên avê tên çareserkirin
Li Reqayê pirsgirêkên avê tên çareserkirin
Li Reqayê pirsgirêkên avê tên çareserkirin
17 sibat, 2019   13:54

REQA

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, werşeyên (ekîb) komîteya xizmetguzariyê di Şaredariya Gel de dest bi pêkanîna gelek projeyên xizmetguzariyê kir. Di nav de projeyên rêyan, kanalîzasyonê û sererastkirina dibistanan hene. Ev projeyên nû jî bi armanca jiyan ji nû ve li bajêr geş bibe û xizmetê ji şêniyan re bikin, hatine danîn.

Şêniyên taxa El-Muxtelîta bi van pêngavan keyfxweş in.

Şaredariya Gel a Reqayê soz da şêniyên taxa Rimêla di nava planên xwe yên pêşerojê de şebekeyan sererast bike û şebekeyên avê bi yên nû biguherîne.

Werşeyên sererastkirinê li aliyê başûrê taxa Rimêla şebekeyên ava vexwarinê sererast kirin û bi yên mezin re guherandin. Her wiha kanalên ava baranê tên çêkirin. Kanalên zirar jî dîtine bi çîmentoyê sererast dikin.

Berpirsê projeyê Mehmûd Meter ji ajansa me re axivî û wiha got: "Me dest bi kar kir, em boriyên şikestî û yên ku zirar dîtine diguherin. Piştî hefteyê ji bidawîkirina kar em ê dest bi sererastkirina xetê bikin. Em xeta ava vexwarinê ya taxa Rimêla sererast dikin û dê heta 2 hefteyên din bi dawî bibe."

Şaredariya Gel a Reqayê tevî derfetên kêm, di sererastkirin û ji nû ve çêkirina binesaziya bajêr de xebatên xwe dewam dike.

(jo/bm)

ANHA