Griffiths gihîşt Senayê

Nûnerê navdewletî bo Yemenê Martin Griffiths gihîşt paytexta Yemenê Senayê. Griffiths dê bi rayedarên Hûsiyan re bicive û sedemên pêkneanîna peymana vekişîna ji Hudeydayê gotûbêj bike.

Griffiths gihîşt Senayê
17 sibat, 2019   13:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê navdewletî bo Yemenê Martin Griffiths gihîşt paytexta Yemenê Senayê. Di nava hefteyekê de cara duyemîn e ku Griffiths ji bo hevdîtinên bi Hûsiyan re diçe Senayê.

Komîteya leşkerî ya berpirsê çavdêriya jinûve bicihkirina hêzan li Hudeydayê, civînên xwe bi serokatiya Michael Lawlessard li Otela Tac Ewsan a li navenda bajêr, dewam kirin.

Tê payîn ku Griffiths bi rayedarên Hûsiyan re bicive û sedemên pêkneanîna peymana vekişîna ji Hudeydayê gotûbêj bike.

(kn)