Serokê MI6’ê der barê hebûna El-Qaîdeyê li “herêma bêçek” de hişyarî da

Serokê îstixbarata Brîtanyayê (MI6) der barê ji nû ve derketina El-Qaîdeyê li “herêmên bêçek” ên Idlibê de hişyarî da.

Serokê MI6’ê der barê hebûna El-Qaîdeyê li “herêma bêçek” de hişyarî da
16 sibat, 2019   10:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kanala CNN a Amerîkayê serokê îstixbarata Brîtanyayê Alex Younger li bajarê Muenchen ji rojnamevanan re wiha got: “Piştî têkçûna DAIŞ`ê li rojhilatê Firatê, êdî El-Qaîde li bakurê rojavayê Sûriyê derdikeve.”

Younger diyar kir ku li bajarê Idlibê hinek endamên El-Qahîdeyê yên ewropayî hene, ew bêtir tundraw bûne, ew der barê tişta li bakurê rojavayê Sûriyê dibe de bi fikar in. Lê Younger der barê hejmara brîtanyayên li wê derê de agahî nedan.

Younger wiha dewam kir: “Piştî tunekirina xilafeta DAIŞ`ê pêwîst e em hîn baş bifikirin, ew dikare here herêmên mîna Idlibê, bi taybet ku li Idlibê pir tevlihevî heye, DAIŞ û hevalbendên wê yên El-Qaîde dikarin di vê rewşê de mezin bibin.”

Serokê îstixbarata Brîtanyayê Alex Younger ji Reutersê re jî wiha got: “Di navbera Brîtanya û hevalbendên wê yên ewropayî de hin pirsgirêkên hevbeş hene, mîna mijara çekdarên ku dê piştî hilweşîna xilafetê vegerin Ewropayê.”

Younger wiha pê de çû: “Em pir bi fikar in, eger kesek ji van hate Ewropayê dibe ku pir tecrube girtibe û têkiliyên xwe jî çêkiribin, lewma ew kes metirsîdar be.”

Li “herêmên bêçek” nê Sûriyê 12 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê hene, Rûsya jî tekez dike ku Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra ku şaxekî El-Qaîde ye) “herêma bêçek” kontrol dike.

Rûsya der barê “herêmên bêçek” de çend caran Tirkiyê hişyar kiriye ku peymana der barê derxistina komên terorîst de bi cih neaniye.”

(kn)