Ciwan ber bi gundê Elîpelûrê yê Kobanê ve ketin rê

Meşa ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku duh gihîşt Kobanê, beriya çend kêliyan ber bi gundê Elîpelûrê yê rojavayê bajarê Kobanê ve dest pê kir.

Ciwan ber bi gundê Elîpelûrê yê Kobanê ve ketin rê
14 sibat, 2019   10:59

KOBANÊ

Meşa ciwanên Bakur û Rojhlatê Sûriyê ku di roja sêyemîn de gihîşt Kobanê, ber bi gundê Elîpelûrê yê rojavayê Kobanê ve dest pê kir.

Meşa ku ji navenda navçeya Çelebiyê (60 km li başûrê rojhilatê Kobanê ye) dest pê kir, piştî meşa 2 rojan, duh gihaşt bajarê Kobanê. Ciwan şevê din li Kobanê rawestiyan û beriya çend kêliyan ber bi gundê Elîpelûrê ve ketin rê.

Gundê Elîpelûrê yekemîn gund e ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2`yê Tîrmeha sala 1979`an de derbasî Rojava bû û 40 rojan lê ma. Tê payîn ku ciwan li gund daxuyaniyekê bidin û Komploya Navdewletî şermezar bikin.

Ciwan tevî rewşa hewa û barîna baranê jî, meşa xwe didomînin.

(jo/bm)

ANHA