Kongreya Warsawê di roja duyemîn de ye

Di roja duyemîn a Kongreya Warsawê de Amerîka, Îsraîl û Ereb li dijî Îranê bûne yek. Diyar dibe ku hewldanên Amerîkayê ji bo beşdarên Kongreya Warsawê li dijî Îranê û çareserkirina doza filistîniyan li gorî daxwaza wê pêk tên.

Kongreya Warsawê di roja duyemîn de ye
14 sibat, 2019   10:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Warsawê ku Washingtonê banga wê kiribû, li Polonyayê dewam dike. Tê payîn ku rola Îranê li Rojhilata Navîn û şerê li Sûriyê û doza filistîniyan ji xalên girîng di kongreyê de werin nîqaşkirin.

Kongreya îro ji aliyê wezîrê karên derve yê Polonyayê Yatsik Chabotovic ve hate destpêkirin û diyar kir ku Yekitiya Ewropayê û Amerîka xetereya hebûna Îranê li herêmê nas dikin.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî got Kongreya Warsawê dê şerê li Sûriye, dosyaya Yemenê û çalakiya aştiyê di navbera filistîniyan û Îsraîlê de nîqaş bikin.

Her wiha serokê hikumeta Îsraîlê Benyamin Netanyaho jî anî ziman ku hebûna Kongreya Warsawê der barê Rojhilata Navîn de li kêleka dewletên Ereb guhertineke dîrokî çêdike û firsendekê ji xurtkirina karê hevpar di şerê li dijî Îranê de ye.

Tevî vê yekê jî tu niyeteke Ewropayê li dijî Îranê tune ye û hîna helwesta Tirkiyê der barê kongreyê de nehatiye diyarkirin, ji ber ku têkiliya wan û Îranê re bi hêz e û di heman wextî de dixwaze Amerîkayê razî bike.

(jo)