ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.02.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.02.2019
14 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin, dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Êzidiyên kantona Efrînê li kantona Şehba û taxa Şêxmeqsûd Cejna Xidir Ilyas di du çalakiyan de pîroz dikin. Saet 11:00 (Bi WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, endamê tirafîkê Hozan Silêman ku di encama qezayê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Doger, oxir dikin. Saet 12:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Qamişlo ji malbatên şehîd Ehmed Qamişlo, Heqî Hol, Îsmaîl Qamişlo û Hitêmî, sersaxî dixwazin. Konê sersaxiyê li ber Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo tê vedan. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku derketina fikr û felsefeya Ocalan ji gelên herêmê re hêviyek ji bo xilasiya ji fikra nijadperestî û avakirina civakek azad û demokratîk afirand. Hedefgirtina kesayeta Ocalan bi rêya komploya navneteweyî tê wateya hedefgirtina projeya aştî û biratiya gelan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Mafnas û siyasetmedarên bajarê Helebê gotin Rêber Abdullah Ocalan komplo têk bir û Îmralî kir cihê derketina fikrî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên herêma El-Kesrat a başûrê bajarê Reqayê ji aliyê peywendîdar xwestin ku navendeke tenduristî li herêmê vebikin. Komîteya Tenduristî ya Meclisa Sivîl a Reqayê jî soz da ku ew ê navendekê vebikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Dema ku Ebû Bekir El-Bexdadî bû serokê DAIŞ`ê kesî ew nas nedikir, lê wî sûd ji rewş û şoreşên li herêmê rû dan, wergirt. Her wiha ji piştgiriya Qeter û Tirkiyê sûd wergirt û pere û çekên pêwîst bi dest xistin û ji Iraqê ber bi Sûriyê ve çû.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Serokê berê yê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê, Ekrem Hiso da zanîn ku civîna Socî ne civîneke ku biryar jê derkevin, ew ê bibe civînek ku Rûsya, Tirkiyê û Îranê li ser hin noqteyan lihev bikin, an jî wê bibe civîneke ku dewletên garantora Astana dev jihev berdin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Kombûna Rûsya, Îran û Türkiye wê îro li Soçî çêbibe. Ev kombûna wek berdewamiya kombûnên li Astana çê dibûn. Herî dawî kombûna di asta serokên dewletên Rûsya, Tirkiyê û Îran di 7 meha îlonê 2018’an de li Tahranê pêk hatibû. Di wê civînê de bingeha lihevhatina li ser Idlibê hejiyabû û li pêşiya kamerayan serokê Rûsya û Tirkiyê nîqaşek li ser nûnerên terorê kiribûn.(BI WÊNE)

JIN

-Kongreya Star bi armacna piştgiriya çalakiya Leyla Guven ku ev 99 roj in di greva birçîbûnê de ye, konê greva birçîbûnê  li Tirbespiyê vedide. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jina bi navê Necah Hesen bi behreya xwe ya ji dayika xwe girtî, ev 39 sal e stranên folklorîk distrê. Necah got divê dayik û bav zarokên xwe fêrî stranên folklorîk bikin da ku bêhtir bi nasname û çanda xwe ve bên girêdan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçbera bi navê Fatma Ehmed a ji bajarê Babê yê Sûriyê, piştî hevjînê wê dev jê berda û derbasî herêmên dagirkirî bû, erka xwedîkirina her du zarokên xwe girte ser milê xwe. Fatima dibêje ku tevî rewşa wê ya xizaniyê, lê ew ji Minbica ewle dernakeve.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşa xwe ku 60 km meşiyan, ji bajarê Kobanê ber bi gundê Elîpelûrê yê rojavayî bajarê Kobanê dewam dike. Gundê Elîpelûrê yekemîn gundê ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî Rojava bû, serdana gund kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li kantona Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşeke bi meşeleyan lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Koma Hêzil a navçeya Tirbespiyê bi hejmareke biçûk dest pê kir û niha veguharî naveneke mezin ku bi sedan kesî dihewîne. Hêzil rexmî zetên rejîma Baasê xebatên xwe ranewestandin, berevajî vê yekê kedeke mezin ji bo parastina çand û kevneşopiya gelê herêmê da.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Welatiyên civaka êzidî roja pêncşema yekemîn a meha Sibatê li gorî salnameya rojhilatî wek Cejna Xidir Ilyas anku "Bêxwîn" pêşwazî dikin. Her wiha êzidiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê yekem car e bi coşeke mezin amadekariyên cejnê dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên taxa Rimêla ya bajarê Reqayê bi pirsgirêka kêmbûna avê re rû bi rû mane. Şaredariya Gel jî diyar kir ku alavên hilmijandina avê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn dizîn û rûxandin, ew dê di sala nû de pirsgirêkê çareser bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA