Resûl: Fikrê Ocalan rêya çareserkirina nakokiyên etnîkî û olî ye

Kesayetê Rewşenbîr Melevan Resûl got: "Modernîteya kapîtalîzmê, ji ber siyasetên wê yên şaş li Rojhilata Navîn di krîzeke hundirîn de ye. Ocalan di şîroveyên xwe yên ji dîrokê girtine sedema vê pirsgirêkê lêkolîn kir û çareserî peyda kir."

Resûl: Fikrê Ocalan rêya çareserkirina nakokiyên etnîkî û olî ye
12 sibat, 2019   05:20

ÎSAM ABDULLAH – NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Di salên dawî de krîza Rojhilata Navîn gihaşt radeyeke mezin. Di encamê de li gelek walatên Rojhilata Navîn pirsgirêkên mirovî rûdane. Ev yek dibe cihê gelekpirsan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de sedemên krîza Rojhilata Navîn û siyasetên modernîteya kapîtalîzmê parve kiriye û projeya netewa demokratkî wekî rêbazê çareseriyê pêşkêş kiriye.

Derbarê mijarê de endamê Koordînsyona Giştî ya Yekîtiya Rewşenbîran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Melevan Resûl axivî.

‘Modernîteya kapîtalîzm di krîzeke navxweyî de ye‘

Resûl got: "Modernîteya kapîtalîzm di krîzeke hundirîn de ye, ev yek rasterast bandorek li ser herêmên Rojhilata Navîn kir ku di qeyran û şer de dijî, lew re Abdullah Ocalan li ser van pirsigrêkê seknî û çareserî peyda kir."

Melevan Resûl sedema serhildan û şoreşên ku li Rojhilata Navîn derketine dispêre mudaxeleyên siyastên modernîteya di projeyên ku li herêmê de têne pêşandan.

Resûl her wiha got "Abdullah Ocalan ev krîz û nakokî bi zelalî diyar kirine, di sala 2009‘an de li şûna avakirina netewdewlet an jî modernîteya di guhertina rêbazê rêvebirina dewletê  projeya demokrasiyê pêşniyar kir. Veguhertina ber bi demokrasiyê ve bi hewcedariya hîmên bingehîn e, wekî veguhertina ber bi demokrasiyê li gel ferd paşê jî kom, heta dewleta demokratîk were avakirin."

‘Xeta netewa demokratîk ji bo şerên etnîkî, mezhebî û olî çareserî ye‘

Derbarê dewleta demokratîk Melevan Resûl destnîşan kir ku dewleta demokratîk dikare krîzên li Rojhilata Navîn, di nav de pirsgirêkên etnîkî, netewî ku li hemberî pergalên desthiltdar ên li herêmên Rojhilata Navîn şer dikin, di nav de doza Kurdî, çareser bike û wiha domand "Rêber Abdullah Ocalan di avakirina netewa demokratîk de çareserî ji pirsgêrkên etnîkî, mezhebî û olî dibîne. Ev yek di avakirina çandekê ber bi damezirandina şarestaniya demokratîk li şûna dewleta demokratîk, konfederalî û federalî, her wiha guhertina zihniyeta civak û ferd pêşdikeve. Rêbertî ji bo afrandina atmosfêreke demokratkî ku dikarî komkujî, karîset û şerê li herêmên me rû dide ev tişt pêşniyar kiriye."

Melevan Resûl destnîşan kir bûyerên niha li Rojhilata Navîn rû didin encamên krîzên bingehên ku Ocalan qala wan kirine û wiha got: "Ferq di navbera yê ku niha dijîn û yê ku pêşerojê hîs dike de heye. Rêber Abdullah Ocalan mînar û felylesof e dikarî dîrokê bixwîne û nas bike bê di pêşerojê de dê çi biqwime. Ev tişt em niha di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de dibînin. Em ji hemû gelan hêvî dikin ku bi hev re bijîn û li diyalogan vegerin da ku sîstemeek demokratîk pêşketî ava bikin, ji ber ku ev yek rêya xelasiya Rojava, Kurdistan û tevahî Rojhilata Navîn e."

ANHA