ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-02-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-02-2019
12 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Li navçeya Amûdê ji bo şervanê YPG‘ê Dilo Hesekê ku 6‘ê Sibatê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû taziye tê dayîn, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greva birçîbûnê ya 110 welatiyên Amûdê ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirdayîna parlamantera Kurd Leyla Guven û hevalên wê, di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Dêrikê ji bo şermzarkirina komploya navnetewî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînekê li navenda Diçe ya Çand û Hunerê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê li rex parlamenter Leyla Guven silav kirin û gotin: "Em bi berxwedana zarên xwe serbilind in, daxwazên wan daxwazên me ne. Em ê heya rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li rex wan bisekinin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbateke ji bajarê Babê ku şahidê sûcên çeteyên Mertala Firatê ya ser bi dewleta Tirk ve kiriye, destnîşan kir ku çeteyên der heqê wan û sivîlên din ên bajarê binpêkirinan dike, milkên wan talan talan dikin û wan neçar dike ku ji malên xwe derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesayetê Rewşenbîr Melevan Resûl got: "Modernîteya kapîtalîzmê, di encamê siyasetên şaş ku li Rojhilata Navîn dimeşînin di krîzeke hundirîn de ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şîroveyên xwe yên ji dîrokê analîz kirine sedema vê pirsgirêkê lêkolîn kir û çareserî peyda kir." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Derdora 27 hezar koçber ji gundewarê Dêrazorê gihaştine Kampa Holê. Ji ber paşgukirina rêxistinên mirovî, alîkariyên ku Rêveberya Kampa Holê û Heyva Sor a Kurd pêşkêş dikin, têra hemû koçberan nakê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Lêkolîner û Nivîskar Hamîde Yigit, diyar kir ku operasyona Idlibê nêz e û dê Tirkiye neyê xistina nava operasyonê û wiha got: “Di rastiyê de hevpeymanên di çarçoveya Soçiyê de bi dawî dibin. Fînala Soçiyê Idlib e û pêvajoya Idlibê jî ber bi dawî tê. Diyare ku Tirkiyê erkên di vê pêjavoyê de dayî ser milê xwe neaniye cih.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakvanê hiqûqî Ebas Samî îdiayên Tirkiyê ku wê çavdêriya herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike red kir û got: "Gelo çawa dewletek dagirker çavdêriya herêma ewle bike?" (BI WÊNE).

JIN

- Jina bi navê X.E. hevserê wê ji hêla çeteyên Mertala Firatê ve yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li bajarê Babê beriya salekê hatiye revandin. Ji ber tunebûna ewlehiyê li herêmê, X.E. ber bi Minbicê ve koçber dibe da ku her çar zarên xwe di nav ewlehiya Minbicê de biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar dixe. Meş li ser pêyan ji navçeya Çelebiyê ya bajarê Kobanê heta gundê "Rêbertî" destpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanên Yekîtiya Êzidî ya kantona Efrînê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî meşekê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd derbarê kongreya duyemîn a ciwanên Rojhilata Navîn de civînekê li hola Yasîn a civînana li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê bi dirûşmeya  "Bi çanda netewa demokratîk em ê bendên Îmralî hilweşînin" rêzeçalakiyên çandî li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Sûka bajarokê Hedadiyê ya girêdayî navçeya Şedadê ji sûkên gelêrî yên herî girîng e. Çeteyên DAIŞ`ê dema ku herêm dagir kiribû sûk girtibûn. Lê piştî rizgarkirina navçeyê û serweriya ewlehiyê navçeyê sûk carek din hate vekirin û bû jêdera qûta şêniyên bajarokê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dîwana Edaleta Civakî ya gundewarê Dêrazorê ku piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyan ji aliyê QSD‘ê ve bûye navenda çareserkirina pirsgirêkan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Girînendeya Çandiniyê ya Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê dest bi pêkanîna projeya medçene "Kargeha mirîşkan" dike, da ku pêwîstiyea bazara herêmê bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA