Cenazeyê şehîd Dilo Hesekê bi merasîmekî girseyî hate veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê YPG`ê Dilo Hesekê ku di pêngava "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bûbû, spartin axê.

Cenazeyê şehîd Dilo Hesekê bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Dilo Hesekê bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Dilo Hesekê bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Dilo Hesekê bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Dilo Hesekê bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Dilo Hesekê bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Dilo Hesekê bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd Dilo Hesekê bi merasîmekî girseyî hate veşartin
11 sibat, 2019   14:22

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê YPG`ê Dilbirîn Hac Yûnis (Dilo Hesekê) ku di 6`ê Sibatê de di qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê şehîd bûbû ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl a navçeyê ve bi rê ketin.

Li goristana  deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPJ û YPG‘ê ve merasîma leşkerî pêk hat.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê Mihemed Seîd Ferso û bi navê fermandariya YPG`ê Agirî Jînda axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Dilo Hesekê re xwestin.

Kesên axivîn diyar kirin ku şehîd Dilo Hesekê ji bo parastina destkeftiyan, azadî û rûmeta gelê xwe canê xwe feda kir û wiha gotin:"Şehîd Dilo bû stêrkek li esîmanê me da ku rêya me ronî bike."

Paşê hevseroka Meclisa navçeya Amûdê Selwa Silêman nasnameya şehîd Dilo Hesekê xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Dilo Hesekê di nav diruşme û têlîliyên dayikan şehîd hat veşartin.

(jo)

ANHA