Li Ehdasê ji bo zarokan çalakiya desteka psîkolojîk

Bi destpêkirina serdema duyemîn a sala xwendinê ya 2018-2019’an re Komîteya Destekdayîna Psîkolojîk çalakiyek ji zarokên navçeya El-Ehdes a kantona Şehbayê re li dar xist.

Li Ehdasê ji bo zarokan çalakiya desteka psîkolojîk
Li Ehdasê ji bo zarokan çalakiya desteka psîkolojîk
Li Ehdasê ji bo zarokan çalakiya desteka psîkolojîk
Li Ehdasê ji bo zarokan çalakiya desteka psîkolojîk
Li Ehdasê ji bo zarokan çalakiya desteka psîkolojîk
11 sibat, 2019   13:37

ŞEHBA

Komîteya Destekdayîna Psîkolojîk ku ji endamên Heyva Sor a Kurd, Desteya Karûbarên Civakî û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a kantona Efrînê pêk tê, karê xwe ji bo destekdayîna psîkolojîk ji bo zarokan û xwendekarên dibistanan didomîne.

Bi vekirina deriyên dibistanan di serdema duyemîn a sala xwendinê de, Komîteya Destekdayîna Psîkolojîk çalakiyek ji xwendekarên seretayî yên dibistana navçeya Ehdes a kantona Şehbayê re li dar xist.

Der barê mijarê de, endamê Komîteya Destekdayîna Psîkolojîk Rêber Mistefa teqez kir ku armanca wan ew e ku ken dîsa li ser rûyê zarokan vegere û xwendinê li wan xweş bikin û wan dûrî rewşên şer ku tê re derbas bûn, bikin.

Tê payîn ku komîte vê hefteyê serdana dibistanên navçeya Til Rifet a li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bike.

(jo)

ANHA