Aldar Xelîl li Viyanayê serdana çalakvanan kir

Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl li Viyanayê serdana Sultan Yigit û Şivan Agaoglu ku ev 10 roj e di greva birçîbûnê de ne, kir.

Aldar Xelîl li Viyanayê serdana çalakvanan kir
Aldar Xelîl li Viyanayê serdana çalakvanan kir
11 sibat, 2019   13:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê, çalakiyên greva birçîbûnê li Kurdistan û cîhanê belav bûn. 2 Kurdên bi navên Sultan Yigit û Şivan Agaoglu li Mala Kurdan a paytexta Awusturya Viyanayê ev 10 roj e ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. 

Îro berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl serdana Sultan Yigit û Şivan Agaoglu kir.