‘Ocalan Komploya Navdewletî têk bir’

Yek ji rêveberên Kongreya Star a kantona Efrînê Zelal Xebat got Komploya Navdewletî ya li dijî gelê Kurd heta roja îro didome. Zelal destnîşan kir ku Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de komplo têk bir û divê asta têkoşînê were bilindkirin û pergela Îmraliyê were hilweşandin.

‘Ocalan Komploya Navdewletî têk bir’
‘Ocalan Komploya Navdewletî têk bir’
‘Ocalan Komploya Navdewletî têk bir’
11 sibat, 2019   12:56

ŞEHBA

Kongreya Star bi armanca şermezakririna Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku derbasî sala 21`an dibe, civîneke berfireh ji Hêzên Parastina Civakî-Jin re li dar xist. Civîn li hola Kampa Serdem a kantona Şehbayê hat lidarxistin. Bi dehan jinên Kurd û Ereb tev li civînê bûn.

Li hola civînê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Hêzên Parastina Civakî – Jin hatin daliqandin.

Di civînê de yek ji rêveberên Kongreya Star a kantona Efrînê Zelal Xebat axivî û destnîşan kir ku dewletên cîhanê li hev kom bûn û tev li komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn. Zelal diyar kir ku kesên ku komplo pêk anî, dixwest Ocalan bixin xefka sîstema xwe ya kapîtalîzmê, lê ji ber ku Ocalan hemû planên wan dizanîn, ji ber wê li dijî wî komplo pêk anîn.

Zelal destnîşan kir ku armanca komployê ku fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li tevahî cîhanê belav bûye û her kes pê bi bandor bûye, qir bikin. Zelal bi domdarî wiha got: “Ji ber ku fikrên wî dikarin cîhanê biguherîne û cîhanê ber bi demokrasî û jiyana hevbeş ve bibe.”

Zelal got têkoşîn û berxwedana Ocalan û berxwedana wî ya bi dehan salan di girtîgeha Îmraliyê de Komploya Navdewletî têk bir û tu carî derfet nade dijminên demokrasiyê ku armancên xwe pêk bînin.

Zelal diyar kir ku fikrên Ocalan gelek guherîn li ser asta Kurdistanê çêkirin û wiha dewam kir:"Ji beriya 3 salan ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin. Ev yek jî diyar dike ku dewletên cîhanê ji fikr û feleseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirsin."

Her wiha Zelal di axaftina xwe de îşaret bi çalakiyên ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi serkêşiya Leyla Guven û hevrêyên wê têne kirin, kir û wiha got: "Her çalakiyek ji bo dewletên desthilatdar ku dixwazin tecrîdê rewa bikin, derbeyek e."

Zelal Xebat der barê siyasetên dewletên dijberî Ocalan û gelên ku baweriya wan bi fikrên wî tên de ev tişt anî ziman: "Em gelekî ku me soz daye em azadiya bêyî rêber Ocalan naxwazin. Em tu carî gavan paşde naavêjin. Ji ber wê divê fikrên Ocalan li her derê pêk bînin û li ser rêya wî bimeşin heta ku em pergala Îmraliyê hilweşînin."

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî bi dawî bû.

(bx)

ANHA