Rûhanî: Em ji bo pêşxistina roketan tu destûrê nagirin

Serokê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku welatê wan ji bo pêşdeçûnên hêzên leşkerî û bernameya roketên balîstîk bi israr e. Ev jî li hember fişarên ku DYA û dewletên rojavayî li ser Îranê ferz kirine, dijberiyeke diyarker e.

Rûhanî: Em ji bo pêşxistina roketan tu destûrê nagirin
11 sibat, 2019   12:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Îranê Hesen Rûhanî di dema pîrozbahiya salvegera 40’emîn a şoreşa 1979’an de li Qada Azadî li ber bi hezaran kesî axivî.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî got welatê wan ji bo pêşxistina hêzên leşkerî û bernameya roketên balîstîk tevî fişar û zextên piraniya dewletên rojavayî ji bo metirsiya aktîfkirina Tehranê li ser ewlehiya herêmê bi fikar in jî, berdewam e.

Rûhanî di daxuyaniya xwe ya li gel televîzyona hikumeta Îranê de wiha axivî: “Ji bo destûr û rêdana ji bo pêşxistina hemû cureyên roketan bixwazin û nexwazin, em ê rêya xwe bidomînin.”

Rûhanî wiha lê zêde kir: “Dê welatê me tevî astengiyên ku gel dikêşe jî, cezayên Amerîkayê têk bibe. Komploya Amerîkayê ya li dijî me bi ser nakeve. Sedema cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê bernameya nukleerî û roketan e.”

(fr/bm)