HPC-Jin: Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e

Bi sedan endamên HPC-Jin ên kantona Qamişlo, ji bo şermezarkirina 20’emîn salvegera Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist. Jinan di meşê de bi yek dengî go ‘Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e’.

HPC-Jin: Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e
HPC-Jin: Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e
HPC-Jin: Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e
HPC-Jin: Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e
HPC-Jin: Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e
HPC-Jin: Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e
HPC-Jin: Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e
11 sibat, 2019   12:15

QAMIŞLO

Bi wesileya nêzbûna 20’emîn salvegera 15’ê Sibatê Komploya Navdewletî ya li dijî  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wek ‘Roja Reş’ tê pênasekirin; li seranserê bajar, navçe, bajarok û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî tên lidarxistin. Îro jî bi sedan endamên Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) ên kantona Qamişlo ji Kurd, Ermen, Êzidî, Suryan û Ereban ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî, piştgirî dayîna grevên birçîbûnê û şermezarkirina komployê, meşek li dar xist.

Meşvan li çerxerêya taxa Qudûrbeg a bajarê Qamişlo kom bûn. Her wiha şêniyên Qamişlo ji bo piştgiriya meşê deriyên dikanên xwe girtin. Hêzên ewlekariya giştî, Hawarî û polîsên trafîkê ewlehiya meşê girt.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşer Leyla Guven ku 96 roj e di greva birçîbûne de ye û alên HPC-Jin hatin hildan. Nivîsên ‘Hêzên Parastina Jin pergala dagirkeriyê têk dibin’, ‘Em ê tecrîd û faşîzmê têk bibin û neteweya demokratîk mîsoger bikin’, ‘Em ê bi sekna Leyla Guven û rihê Şêladizê komployê hilweşînin’, ‘Sonda me; em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi rêber Apo re azad bijîn’ di meşê de cih girt.

Meşvanan bi dirûşmên ‘Berxwedan jiyan e, dengê Leyla Guven e’, ‘Bijî berxwedana li dijî tecrîdê’ ‘Bimire dewletên komploger’, ‘Bê serok jiyan nabe’ heya Çerxerêya Sonî meşiyan. Li wir meş veguharî mîtîngê û axaftin hatin kirin.

‘Hûn nikarin fikrên rêber Apo û roja me tarî bikin’

Endama Rêveberiya HPC-Jin a giştî Hediye Ebdillah salvegera komployê şermezar kir û wiha got: “Dê vîna jinan tecrîda girankirî hilweşîne. Dewletên komploger ketin nav xewnekê û gotin bi dîlgirtina rêber Apo em ê rihê berxwedan û têkoşînê tune bikin. Rêber Apo bi fizîkî hatiye dîlgirtin lê fikrên wî niha li vir û hemû cîhanê belav bûne. Hûn nikarin fikra rêber Apo dîl bigirin û roja me tarî bikin. Bi pêşengiya têkoşer Leyla Guven çalakiyên greva birçîbûnê peyama ‘Êdî em bê serokê xwe nikarin bijîn’ dan. Em jî li vir piştgiriyê didin peyama çalakgeran û dibejin heya dawiyê em ê li ber xwe bidin. Jinên ku bi felsefeya Rêber Apo dijîn, wê tecrîdê bi dawî bikin.”

Endama HPC-Jin ji pêkhateyên Ereb Kewser Elî jî diyar kir ku fikrên Ocalan, ji hemû pêkhateyan jin li dora xwe kom kirine û wiha got: “Em bi vîna jinan nahêlin ku dewletên dagirker bigihîjin armanca xwe. Me ev vîn ji rêber Apo girtiye. Em ê li dijî tecrîdê bi vîna xwe xurttir tê bikoşin.”

Meş bi dirûşma ‘Bijî serok Apo’ bi dawî bû.

(mk/bm)

ANHA