Tevgera Fetih careke din Hevpeymana Sedsalê red kir

Tevî zextên DYA û Îsraîlê jî tevgera Fetih a Filistînê careke din Hevpeymana Sedsalê red kir.

Tevgera Fetih careke din Hevpeymana Sedsalê red kir
11 sibat, 2019   12:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Tevgera Fetih a Filistînî Mûnîr El-Caxob îro teqez kir ku tevî zextên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê di aliyê aborî de, lê dîsa jî tevger helwesta xwe ya redkirina Hevpeymana Sedsalê paşde venakêşe.

El-Caxob di daxuyaniyekê de wiha got: "Amerîka û Îsraîlê êrîşên xwe li ser Filistînê zêde kirine, vê carê jî ambargoya aborî ferz kirine, tu sedem tune ne, tenê ji ber ku em radestkirinê qebûl nakin û hedefa plan û projeyên wan tenê tunekirina doza filistîniyan e.”

El-Caxob wiha domand: "Dema ku me biryara redkirina Hevpeymana Sedsalê da, me dizanî ku dê Amerîka û Îsraîl bi hemû awayî zext û tirsandinê bi kar bînin da ku em ji nêrîna xwe dakevin. Em baş zehmetiyên ku dê rastî me bên dizanin, lê em ji Amerîka û Îsraîlê re yek tiştî teqez dikin ku em ji helwesta xwe danakevin û Hevpeymana Sedsalê red dikin!”

(jo)